Dema mirov behsa hunera sînemayê bike di nav Kurdan de yek nav û wêne tê bîr û berçavên mirov ku ew jî Yilmaz Guney e, dibe sîh sal koça dawî kiriye, lê navê wî her sax maye û bi dehan hunermendên sînemayê yên Kurd derketine û li pey şopa wî diçin.
Bi helkefta 30. salvegera koça dawî ya Yilmaz Guney li Elmanya û li bajarê kulturan Kölnê dê rêz li xebat û têkoşîna wî di warê hunerî de bê girtin. Ji Komîteya Amadekar a şalakiyê Seher Yegîn ji BasNewsê re axifî û got ku wan xwestiye 30 saliya koça dawî ya Guney bibîr bînin û dê qet jî jibîr nekin.
Yegîn wiha axifî: ‘‘Erkekî exlaqî û neteweyî ye ku em kesayetî, hunermend û kurdperwer Yilmaz Guney ê xwedan karîzma bikin dibistan bo zarokên xwe tê de dersa hunerî werbigrin, ew mafê wî lis er me he ye. Ya ku em bikarin bikin bi hevkariya NAV-DEM, Federasyona Komeleyên Êzdiyan li Elmanya, Federasyona Eleviyan li Elmanya û Saziya Jinên Elevî li Elmanya me bo 30. salvegera koça dawî ya Guney şeveke rêzgirtinê amade kiriye û dost, heval û heyranên wî vexwendine şevê, em ê wî di wê şevê de bibîr bînîn û rêzê li xebata wî bigrîn.’‘
Yegîn axaftina xwe wiha qedan: ‘‘Me 30. salvegera koça dawî ya hunermendê mezin ê gelê Kurd Guney bi bûyerên vê dawiyê yên Şengal û Kobanê ve girêda ye, ku ew sax bûya dê film ji bo zarok û penaberan çêbikirana, lê em dê dahata şeva rêzgirtinê ji koçberan re bişînîn.´
BasNews