Şandeyên Rojavayê Kurdistanê ku ji Tevgera Civaka Demokratîk ( TEV-DEM) û Encumena Nîştimanî a Kurdê Sûriye (ENKSê) pêk tên piştî ku li bajarê Duhok ya Başûrê Kurdistan`ê li hev kirin û hevpeymanek îmze kirin, duh serdana Çiyayên Qendîlê kirin.
Şandeyên TEV-DEM û ENKS ji aliyê Hevserokatên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCKê) Cemîl Bayîk û Besê Hozat ve hatin pêşwazîkirin.
Hevserokatiya KCK piştgiriya bo Hevpeymana Duhokê derbirîn û got: Ev hevpeyman pêwîstiyeke girîng e di vê qonaxa nazîk ku Kurdistan û bi taybetî Rojava tê re derbas dibe.
Hevserokatiya KCKê dazanîn ku eger yekîtî û karê hevbeş pêk were, ewê her dem piştgiriya Rojava bikin û di yekrêziya Kurd û hevkariyê çi ji wan were xwestin ewê bikin.
Ji aliyê xwe ve şandeyên Rojavayê Kurdistanê ji bo destekdayînê spasiya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê kirin û destnîşan kirin ku ji bo xurtkirina yekîtiya Kurd û pêkanîna hevpeymana dîrokî çi bê xwesetin ewê bikin
Xendan.