Hikûmeta Brîtanya xwe amade dike ku bi helîkopterê Apaçî êrîş bike ser pargehên DAIŞ li Iraqê.
Rojnameya Times ya Brîtanî belav dike ku, hikûmeta wî welatî binête, bi helîkopterên Apaçî êrîşî ser pargehên DAIŞê bike li Iraqê. Brîtanya tîmên bispor amade dike bo karibe êrîşên bi bandor li ser DAIŞê encam bide.
Çavkaniyeke Iraqî ji medya ya Iraqî re ragehandiye ku ev gav nîşana guhertina sitratejiya welatê Brîtanya û Amerîka ye û helîkopter Apaçî di şer de baştire ji ber ku dikare ji nêzîk ve êrişî ser çekdaran bike.
BasNews