Ji bo 5emîn car çekdarên DAIŞê di êrîşa xwe de ya li ser deriyê sînorî yê Murşit Pinarê yê di navber Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, bi mebseta dagîrkirina wî deriyî, rûbirûyê şikestinê hatin.
Ji duh, 28ê Cotmehê, danê êvarî ve û heta niha şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞê, û şervanên Kurd de li bajarê Kobanê berdewamin, li gor zaniyariyan jî şervanên Kurd karîn êrîşeke mezin a DAIŞê pûç bikin.
Berî niha 4 caran çekdarên DAIŞê êrîş kiribûn ser deriyê Murşit Pinarê, ku take deriye di navber Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, lê şervanên Kurd karîn di rûyê wan êrîşan de rawestin û têk bişkînin.
Cara dawiyê jî, duh çekdaran êrîş birin ser Murşit Pinarê bi mebesta dagîrkirin wî, da rê li derbasbûn Hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê bigirin, ên ku niha li ser sînorê Kobanê ne û di demjimêrên bê de wê derbasî nava Kobanê bibin û ligel şervanên Kurd dê şerê çekdaran bikin.
Çavkaniyeke taybet ji nava bajarê Kobanê ji BasNewsê re ragihand ku, şervanên Kurd karîn carek din êrîşa DAIŞê li Murşit Pinarê, rojhilatê Kobanê, bişkênin û ziyaneke mezin gihandin wan.
Ji aliyek din ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de belav kir ku, ji serê sibehê û heta dema derxistina wê daxuyaniyê çekdarên DAIŞê 12 top avêtine nava bajarê Kobanê.
Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî, duh Duşemê, 4 pêgehên çekdaran li bajarê Kobanê bombebaran kirin û ew têk birin.
Li eniya başûrê Kobanê jî, şerekî giran di navber şevanên Kurd û çekdarên DAIŞê de berdewamin.
Tê pêşbînî kirin ku piştî gihiştina Hêza Pêşmerge bo Kobanê, hevsengiya şer li ser erdê were guhertin û bi moraleke zêdetir rûbirûyê DAIŞê bibin.
BasNews