Berpirsê polîsê navçeya Filoceyê Feysel Zob`î ragihand ku li Filoceyê bi alîkariya êl û xelkên wê deverê, berpirsê duyemîn yê DAIŞê li Enbarê hat kuştin.
Wî berpirsî aşkire kir ku piştî kuştina terorîstê mezin yê bi navê Selah Zob`î rewşa çekdarên DAIŞê tevlî hev bû, ji ber wê yekê êdî nizanion wê çawa tevbigerin û stuna piştê çekdarên wan çikest ku ew kes piştî Ebû Bekir Bexdadî tê li parêzgarê Enbarê ku wek kesê duyemîn tê naskirin.
Tekes kir ku di bin fermanê Salah Zob`î de 8000 çekdarên DAIŞê hebûn ku piraniya wan hatine kuştin û kuştina wî kesî rewşa wan aloz kir û êdî operasyonên artêşa Êraqê li dijî wan berdewam dibe tako bêne paqij kirin.
PUKmedia