Piştî ku şeva bûrî hêzeke 70 kesî ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê derketin û gihiştin Balafirgeha Rihayê li Bakurê Kurdistanê, niha ew hêz li bajarokê Pirsûsê ye.
Çavkaniyeke agehdar ji nav wê Hêza Pêşmerge ya ku ji bo Kobanê hatiya şandin ji BasNewsê re aşkere kir ku, ew hêza 70 kesî niha li bajarokê Pirsûsê, li ser sînorê Kobanê û Bakurê Kurdistanê, ne û tenê 5 deqîqe bi otombîlê ji sînorên Kobanê dûrin.
Çavkaniyê diyar kir ku, ew çaverêyî wan her 80 Pêşmergeyên din in, ên ku helgirê çek û teqemeniyan in, ku ew jî bighin Pirsûsê da ji wê de derbasî Kobanê bibin.
Li gor ku çavkaniyê ragihandiye, ji li aliyê Kobanê ve şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hemû amadekarî kirine û ji bo pêşwaziya Hêzên Pêşmerge.
Duh, 28ê Cotemê, hêzeke 80 kesî ligel çek û teqemeniyên giran ji bajarokê Behirke yê ser bi bajarê Hewlêrê ve ber bi Kobanê ve bi rê ket.
BasNews