Jina Îtalî ya bi navê (Silvya Tedêskî, li gel hezaran kes ev zêdetir li 40 roje bo piştevaniya YPGê hatiye ser sînorê navbera Kobanê û bajarê Pirsûsê li Bakûrê Kurdistanê û di heman demê de bo rêgirî kirin li hevkariyên Tirkiyê ji çekdarên DAIŞ li Kobanê dibêje: Kobanê berxwedana hemû mirovahiyêye.
Çalakvanê siyasî , Arî Herkî ji Xendanê re ragihand: Silvya jinekî Îtalî ye li gel hezaran kes eve zêdetir li 40 roje bo pişevaniyê YPG hatiye ser sînorê navbera Kobanê û bajarê Pirsûsê li bakûrê Kurdistanê.
Herkî dibêje: Ew jina Îtalî gotiye (ez ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê hatime, çûnkî şervanên YPG û YPJ ji bo parastina şeref û nirxê mirovatiyê şer dikin.)
Li gor gotina navborî: Silvya Tedêskî dibêje, “Ez binavê Îtalya li virim ez weku mirovek li virim çûnkî berxwedana Kobanê berxwedana tevahiya mirovahiyêye.”
Xendan