Di heyama şerên di navbera Osmanî, Rus û Îranê ên di sedsala 19’an de ligel wêrankirin û koçberkirinên li ser axa kurdan li Kafkasya Başûr û Serhedê di navbera rusan û kurdan de têkiliyên li ser bingeha hevdu naskirin û dan û standinên piralî jî pêkhatine.
Hin di salên 1830’î de serbazê dewleta Rûsyayê Alexandr K. Ushakov di kitêba xwe a “Dîroka seferên li rohilatê Tirkiyê ên salên 1828-1829” de van peyxaman dide zanyaran: ”Kurd di vê erdnîgariyê de miletekî kevnare ye, lê belê bawerî, ziman û dîroka wan hin bi awakî berfireh nehatiye lêkolîn. Lê ger ku ev yek bê ronahîkirin, ez bawer im ku wê di dîroka Asya kevnare de rûpeleke nû vebe.”
Bi vî awayî di nîvê sedsalê de zanyarên rûsî dest bi xebatên derheqa ziman, wêje, dîrok û etnografya kurdan kirine û li ser nimûneyên ku di vê heyamê de hatine peydakirin gelek lêkolîn û şirove weşandine. Bi taybetî jî zanîngeha St. Petersburgê bûye navenda lêkolînên zanistiyên kurdî ku di vê pêvajoyê de ked û cehda xwendekarê ciwan Peter Lerch roleke sereke di rêk û pêk kirina van xebatan de leyistiye.
Peter Îvanovic Lerch (1828-1884) li zanîngeha St. Petersburgê beşa rohilatnasiyê xwendiye û piştî sala 1850 giraniya xebatên xwe daye ser ziman, wêje, dîrok û etnografya kurdî. Piştî Lerch xebata xwe a bi navê “Kurdên Îranê û pêşiyên wan” di sala 1856 an de diweşîne, ya ku bala zanyaran gelek bir xurtî dikêşîne ser xwe, ew di adara wê salê de ji bo berhevkirina nimûneyên ziman û etnografya kurdî diçe nav Kurdên dîlgirtî ên li bajarê Roslawl li herêma Smolensk. Dema ku Lerch vê xebata xwe di civîna zanyarên Akademiya Zanistiyan ya hezîrana heman salê de bi serfirazî pêşkêş dike, serokê akademiyê Prof. Dorn bona peydakirina zêdetir mînakên ziman û wêjeya kurdî ku Lerch bikaribe li ser wan bixebite, serî li konsolosên Rusya ên wek Nikolai Chanykow ê li Tewrêzê û Alexandre A. Jaba ê li Erzirûmê dide. Li ser vê daxwazê wek destpêk Chanykow agahî û mînakên ji berhemên 10 helbestvanên rojhilatê Kurdistanê û Jaba jî yên 8 helbestvanên bakûr dişînin Peterstburgê. Piştre jî herdu konsolos ên ku jixwe dildarên ziman û wêjeya kurdî bûn, bi sedan mînakên zanistiyên kurdî berhev dikin û ji akdemiya St. Petersburgê re dişînin. Bi daxwaza akademiyê Peter Lerch jî ji alîkî de bi arşîvkirina van nimûneyan û ji aliyê din de jî bi lêkolîn û şiroveyên wan ve mijûl dibe. Lerch hema piştî demeke kurt, di sala 1857 an de xebateke berfireh a ji 2 cildan pêkhatî bi sernavê “Lêkolînên derbarê Kurdan û Kildaniyên bakûrê Îranê” li ser zimanê kurdî bi rûsî û almanî çap dike. Ev berhem di dîroka lêkolînên zimanê kurdî de ya herî pêşîn a bi rêk û pêk e. Akademisyenê zanîngeha St. Petersburgê Theodor Benfey di nivîsa xwe derbarê vê xebatê de dibêje ku Lerch mirovekî gelek jîr û jêhatî ye û ev xebata wî ya li ser zimanê kurdî ji bo zanistiyê destketiyeke pir hêja ye.
Ligel van herdu berheman hin xebatên Peter Lerch di derbarê wêjeya kurdî de jî henin ku mirov dikare wan jî wek lêkolînên destpêkê yên li ser şair û edîbên kurdî bihesibîne. Weşana Lerch a pêşîn li ser 8 şairên kurd di kovara “Mélanges Asiatiques” ya ji dema 3. Hezîrana 1857 an de çapbûye. Lerch li ser bingeha berhevokeke Jaba ya ku wî wê demê ji akademiyê re şandibû ku têde qala 8 şairên kurd Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batêyî, Ehmedê Xanî, Îsmailê Bazîdî, Şerefxan û Muradxan Bazîdî tê kirin, tev kurtejiyan û berhemên wan dinasîne û dibêje ku ew ji herêmên wek Hekkarî, Botan, Moks û Bazîdê nin. Lerch di vê gotara xwe de ji van şairan bi piranî berhemên Melayê Cizîrî şirove dike. Ew dibêje, wekî Mela Ahmedê Cizîrî gelek helbestên çosdar nivîsiye, ew evîndarê xwîşka Mîr Umadeddîn bûye û pir beyt li ser wê gotiye ku têde evîna xwe a platonîk aniye ziman. Ew bi berdewamî destnîşan dike ku Mela dîwançeyeke ji helbestan yên bi awayeke gelek delal nivîsiye ku di nav Kurdan de berlavbûyî û hezkirî ye.
Bi alîkariya vê gotarê ji wê demê pêve êdî agahiyên derbarê wêjeya kurdî de di ansîklopediyên gelek welatên rojavayê de cîh digrin û dinya pê diheseke ku bi rastî jî kurd xwedî wêjeyeke xurt û dîrokî nin.
Di kovara “Bulletin historico-philologique” ya ji roja 8 ê çileya 1858’an de jî Peter Lerch vê carê di destpêka lêkolîna xwe ya nû de li ser zaravayên kurdî radiweste û dûre jî bi taybetî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî dinasîne. Piştî ku ew agahiyan li ser jiyan û berhemên Xanî dide, dibêje ku Jaba du destnivîsên Mem û Zînê peyda kiriye û pêşiyê kurtenaveroka wê ji akademiyê re şandiye. Ev naverok a dora 20 rûpelan bi awayê nesir ji aliyê Mela Mehmûd Bazîdî de hatiye amadekirin û Jaba jî ew wergerandiye bi ser fransizî. Peter Lerch di vê lêkolîna xwe a bi zimanê almanî ya ku ji 13 rûpelan pêktê de naveroka Mem û Zînê bi awakî herikbar neqil dike û piştre jî şiroveya xwe li ser berhemê tîne ziman.
Lerch dibêje ku Ehmedê Xanî di vê berhema xwe ya helbestkî de mijareke neteweyî bikaraniye, ew hêvîdar e ku Jaba eslê herdu destnivîsan bi zûtirkê bişîne ku ev berhem ji bona çapê bê amadekirin. Lerch her wisa hêvî dike bi weşana Mem û Zînê wê sertaca wêjeya kurdî ya ku dused sal kevn e bikeve destê xwendevanan û dibe ku pêre bi alîkariya hin agahiyên di berhemê de ew bikaribe dîroka ziman û wêjeya kurdî jî baştir ronahî bike.
Ev gotara Peter Lerch di demeke kurt de di gelek kovar û rojnameyên ewrûpî ên cuda de jî tê weşandin û dibe çavkanî û bingeha xebatên nû ên derbarê zanistiyên kurdî de. Wisa ku Jacob Grimm ê Alman ê ku çîroknivîsekî navdar ê li hemû dinyayê ye gelekî di bin bandora berhema Mem û Zînê de maye, ji lewma ew di sala 1865 an di xebateke xwe ya derheqa mîtolojî û çîrokan de vê gotara Lerch wek çavkanî destnîşan dike û dibêje ku şînbûna du darên gulan li ser gorên Mem û Zînê nîşana berdewamiya jiyanê ye.
Peter Lerch her wisa bi salan bi arşîvkirina nimûneyên derbarê zanistiyên kurdî di pirtûkxana dewletê a bi navê Saltykow Schtschedrin ve jî mijûl bûye. Lerch kataloga hemû pirtûkan bi destê xwe amade kiriye, navê nivîskaran û berhemên wan ên di pirtûkxaneyê de jiber zanibûye.
Bi saya xebat û hevkariya Peter Lerch, Nikolai Chanykow, Alexandre A. Jaba û Mela Mehmûd Bazîdî wêjeya kurdî hin di salên 1850’î de li Rusyayê û rojavayê Ewrûpayê hatiye nasîn, gelek destnivîsarên kurdi di pirtûkxane û arşîvan de hatine parastin ku ew bûne sedem û çavkanî ji bo xebatên nû wek yên akademisyenên van welatan Ferdinand Justi, Eugen Prym, Albert Socin, Martin Hartmann, Hugo Makas, Albert von Le Coq, Oskar Mann û gelekên mayîn.
BasNews