Li gundên herêma bakur piştî demsaliya payîzê ber bi zivîstanê ve çû telaşa zivistanê dest pê kir. Gundiyên bi demsaliya biharê li ziviyan kar dikin bi demsalîya payîzê ji axê keda xwe ya hilbirînê digirin. Ji bajarên amedekariyên zivîstanê dikin yek jî Mêrdîn e.
Gundên Barman ya navçeya Stewrê yên Mêrdînê ji ber betaliyên piranîna ciwanên gund ji bo xebatê çûne bajarên rojavayê Tirkîyê û ji ber vê yekê kar piranî ji dapîr û bapîran re ma ye.
Her wıha hemû malbat bi awayekî seferberî dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Ji bo kar hemû gundî alîkarîya hev dikin û bi pereyê qezenc dikin debara malbatên xwe dikin. Karê rez berdanê û çêkirina Bastîq, Benî u Dims dest pê kir. Gundî serê sibê dest bi xebatê dikin heya derengê şevê dixebitin.
Hilberînên bi dest dixin hinekê ji zarokên xwe re rêdikin, hinekê jî ji xwe ra radikin û hilberînên zêde jî difiroşin.
Xendan