Biryar e sibe (22.10.2014), yekemîn Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ku di jêr fermana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de ye, bigihe bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. Herwiha karê wê hêzê jî bi hevahengiya ligel hêzên hevpeyman û şervanên YPG’ê dibe.
Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê agahî dan rojnameya Basê û got: ‘’Sibe ew hêza Pêşmerge piştî razîbûna hikûmeta Tirkiyê, digihe Kobanê û mercê Tirkiyê jî tenê ew bû ku ew hêza biçe di jêr fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê de be. Herwiha tê çaverêkirin piştî vêna jî Herêma Kurdistanê alîkariya leşkerî û însanî zêdetir pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê bike.’‘
Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Karê wê Hêza Pêşmerge jî li Kobanê dana zanyariyan e derbarê wan çekan de ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya balefirên Amerîkayê şandine bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku ji xeynî vêna jî, ew hêz dê peywendî û hevahengiya navbera Hêzên Hevpeyman û şervanên YPG’ê li Rojavayê Kurdistanê organîze bike.
Li gor zanyariyên wê çavkaniya agahdar, Amerîkayê pêşwazî li vê biryara Tirkiyê kiriye bo vekirina sînorên xwe ji Pêşmergeyêb Kurdistanê re û gehandina alîkariya Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê.
Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Pêşmerge General Helgurd Hikmet ji BasNewsê re got: ‘’Ji niha û şunde alîkariyên Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê zelaltir û şefaftir dibe. Herwiha guhertinên li navçeyê di berjewendiya gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de dibe.’‘
BasNews