51emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê bidawî bû. Fîlma bi navê “Kuzu” wek baştirîn fîlm hat hilbijartina û hat xelatkirin. Fîlma kurdî ya “Kila Dayîka Min” jî di sê waran de xelat stand. Derhênerê îranî Ebas Kiyarostemî jî xelata qedirzaniyê stand.
51emîn Festîvala Navdewletî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê ku ji roja 10ê Cotmehê dest pê kiribû, duh bidawî bû.
Di festîvalê de fîmên bi navê “Kuzu” (Berx), “Kilama Dayîka Min” (Annemin Şarkisi), “Oflu Hocayê Aramak” (Li Mamosta Oflu Bigerin) û “Îtirazim Var” (Berteka Min Heye) hêjayî xelatê hatin dîtin.
Xelata baştirîn kurtefîlm, fîlma bi navê “Bîr Fîncan Turk Kahvesi” “fîncanek qehweya tirkî) stand. Ew fîlm ji aliyê jina bi navê Nazli Eda Noyan û mêrê wê ve hatibû çêkirin.
Di beşa fîlên biyanî de fîlma bi navê “Dadgeh” ya derhêner Chaitanya Tamhane xelata baştirîn fîlm a SÎYADê stand.
Xelata derhênerê herî baş ê fîlmên metrajdirêj jî bû para derhênerê fîlma “Dilên Bi Gurrgir”, Omer Ugur.
Xelata taybet a Dr. Avnî Tolunay jî dan derhênerê fîlma “Oflu Hocayi Aramak”, Levent Soyarslan.
Fîlma bi navê “Kuzu” wek fîlma herî baş a festîvalê hat hilbijartin û hat xelatkirin. Xelata lîstikvana herî baş jî gihîşt fîlma Kuzu lê xelata lîstikvanê herî baş gihîşt fîlma “Îtirazim Var”.
Fîlma kurdî ya derhênerê kurd Erol Mîntaş, “Kilama Dayîka Min” jî karî di sê beşan de xelatan bistîne: Di beşa mûzîkê de, di beşa lîstikvanê alîkarê herî baş de. Her wiha xelata yekemîn fîlma baş jî stand.