– Ez qala tenekê zibalê, muxbiran,qenînê xazê û kompaniyên yên ku diziya me dikin dikim
– Ez di nav mûlidê mala şêx de bûm, bêtîrî salekê ez diçûm wir, min stranê wan digot, wê demê min naskir dengê min xweşe.
Şervanên “YPG” dibêjin: Di eniyȇn șer de me strana te ya “Bakin Bakin Azadî” bi dengê bilind vêxistiye, û li ber em şerê “Da’iş” dikin.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
– Em dixwazin şerîfê Omerî ji xwendevanên Bûyerpress re xwe bide nasîn?
Navê min şerîfê Omerî ye, ji bajarê Qamişlo me, li Taxa Xerbî çêbûme û dijîm, zanîngehê beşê zanyariya civakî dixwînim û niha ez macistêrê berdewam dikim. Stranên Hîphopê dibêjim.
– Te çawa dest bi karê hunerî kir?
Ji zarotiya xwe ve kêfa min ji rengê muzîkê yê Hîphopê re dihat, dema ku min li Helebê dixwend, “Sûperstar” çêbû û ez tê de beşdar bûm, min xelata wê wergirt, û min ev şêwe strand.
– Ew çibû hişt ku Şerîfê Omerî Hîphopê bişopîne?
Ji ber ku ew sitaylê min yê taybet bi min e, her kes dizane vê yekê, ji ber ku her hunermendek taybetiyek wî heyê, yê min gotinên sitranê min hemû behsa êşa civakê dikin xelkê, di hunera Kurdî de ev tişt tune ye, ez bawer nakim yek karibe behsa jinekî yan zarokekî di kolanan de parsê dike yan ku behsa xortekî dizyê dike bike.
Di mûzîka min de ev tişt hene, mîna êşa tarê, ez qala tenekê zibalê dikim, ez qala muxbiran dikim û qenînê xazê û kompaniyên yên ku diziya me dikin, wek dibêjin ev rexnên civakî, ez wan di gotinên stranê xwe de dibêjim.
– Wek me te şopandiye destpêka te, tu hunermendê mirîd û sofiyên mala şêx bû?
Gelek çîrok li vê derê hene, xalê min Beşîrê Melê li mizgefta Qasimo bû, û em bi hev re diçûn Tilmerûf, ez di nav mûlidê mala şêx de bûm, bêtîrî salekê ez diçûm wir, min stranê wan digot, wê demê min naskir dengê min xweşe, û min dest bi Hîphopê kir.
– Şerîfê Omerî hîn mijarên sitranên xwe neguhertine?
Na, qet ez naguherim!
– Heger şêweyek din yan jî helbestek din?
Na ez nasitrêm!?
– Gelo hatiye bala te de ku tu herȋ eniyȇn șer, stranan ji “YPG” “YPJ” û ji Pȇșmergeyan re bȇje?
Belȇ, ez di destpȇkȇ de çȗm kampa Domȋzȇ ȗ min konsȇrtek li wir lidar xist, min kilȋpa “Em Narevin” li wir çȇkir.
Ez çûm Şingalê, û di demek nêz de hunê karê min bibîn in, û li vir dixwazim tiștekȋ ji te re bȇjim, kȇfa min gelekȋ hat dema ku şervanên “YPG” di eniyȇn șer de vêdiyo ji min re şandine û dibêjin me strana te ya “Bakin Bakin Azadî” bi dengê bilind vêxistiye, û li ber em şerê “Da’iş” dikin, dema min ew vîdiyo dît çavê min tije hêsir bûn, û nêzîk diçim Kobanê
– Em dixwazin nas bikin çi wateya vȇ șȋfra te ye “702”?
Birastȋ gelek xelik ji min pirsȋne ȗ min bersiva wan neda ye, lȇ ez ȇ ji xwendevanȇn Bȗyerpress re eșkere bikim. Ev “şîfre” wateya tiștekȋ herȋ nexweș di jiyana min de ye wateya wê ku “Xiyanet” li min bûye, “702” orta nûmara telîfonekê ye, ez gelek êşandim!! 00007020000
– Me bihȋst ku kompaniyek Emrȋkȋ ji te re markekȋ çȇdikin, kom ȗ gumlikan?
Belȇ ev kompanȋ li Emerȋka ye, xortek tȇ de kar dike navȇ wȋ Mihemed Parȋs ji Bakurê Kurdistanê ye, telȋfonȋ min kir ȗ ji min re got: “Va ev kompanȋ dixwaze alȋkariya hunermendȇn yȇn ku bi Hȋphopȇ distirȇn bikin yên ne bi zimanȇ Inglȋzȋ, wan stran ȗ kilȋpȇn te dȋtine ȗ gotin ev hunermend baș e ȗ em ȇ jȇ re kom ȗ gumlikan çȇkin.” Imezek di nav bera min ȗ wan çȇbȗ, her mih hezar kom û hezar kumlek ji min re çȇdikin ȗ ji min re belav dikin ȗ gihan Libnanȇ, di demek nȇz de wȇ bighȇn Rojava jî.
– Şerȋfȋ Omerȋ ji bilȋ stranȇn Hȋphopȇ li kî guhdar dike?
Ez gelekȋ li “Ciwan Haco” guhdar dikim, ȗ li mewalȇn “șakiro” ȗ “Rif’etê Darȋ”, ji mewalȇn șer hez dikim, yȇn erebȋ ez ji “Amero Diyab” hez dikim, yȇn biyanȋ ez ji “Lȋl way” ȗ “Fȋfty send” hez dikim, lȇ hunermendȇ herȋ mezin di cavȇn min de navȇ wȋ “Tupak” Ew ji reşê Emrîka yê bû, gelek stran çȇkirin li dijȋ siyaseta Emrȋkȋ, lȇ pișt re ew kuștin, Gotinek li ser wî heye wȋ hebȗ wisa ye “Çȇbȗ li ber dengȇ fȋșekan, ȗ mir li ber dengȇ fȋșekan”
– Çend sitranȇn te hene?
Nêzȋ 40 stranan hene.
– Çend kilȋp ji wan stranan re hene?
Kilȋp ȗ konsert nȇzȋ dehan hene.