Xanima hunermend ya navdar ya Êranî (Kitawîn Riyahî) ku di filîma pêxember “Yusif” silav Xwedê lêbe weku xweşewîstiya Yûzersîv bi navê Zuleyxa lîst dê were Hewlêrê.
Zuleyxa “Kitawîn Riyahî” ku rola jinê di filîma (Yusifê sidîq) de lihîst ji Xendanê re ragihand ku ewê di demeke nêzîk de were Kurdistanê û got: Ez beşdarî projeyek hunerî dikim ku ev demeke xelkê huner dostê Kurdistanê çaverêya berhemên min yên nûye.
Kitawîn Riyahî, navê rasteqîne ya ew hunermenda ku bi navê Zuleyxa tê nasîne û li Tehranê paytexta Êranê di 31/12/1961`an de jidayîk bûye, derçûya kolêjeya wêje ye û beşdarî li gelek filêman kiriye û li diyartirîn wan berheman ku kariye navûbangê xwe derbixe, beşdarîkirina li zincîreya drame ya (Yûsif)e bûye.