Serab El nasir
Were pî min rûne
Lê keça aştiya wendayî
Gulava binifş
Û nîşana kurda ye
Were…………..
Min fêr bik …….. li wê cîhana biçûk
Çîronkên ceng û evînên teyî veşartî
Li bin xêzên çavê te
Min fêr bik
Ez ji çi rengî me
Ji wî kirasê dirêj û sipî
Mîna ala aştiyê
Li ser xak canê te
Ew li birînim li nav axa laşê te
Were giloka meydnê
Morîk û stêran
Bi hev re jenî…….
Dest dan dîlanê
Li bin heyveke……..bêronî
Bi wê êvara şermî
Hêsirên te li ser wêneyên jiyanê
Belav dibin……
Mîna porê gurciyek
Li ser milên welatekî westiyayî
Dema şev tarî bû
Bi arameke
Bê dawî
Dilê min bi dûr ket
Li rêwîya omîdên te
Li rêwiya zindana azadî