Hozan Hadî
Tu li her derê
mêvaneke sivikî giranî
Netirse.. ez te nadim hev
li cihê xwe be
Karê xwe yê bêdeng bike
Ez te nadim hev
Nizanim çima ji te acizin
Tu qûnên wan diparêzî
Lê piştî ku radibin
Bi tepan li xwe û te didin
Û diçin qûnên xwe didin
Û serê sibê bi bayê devên xwe yê genî
Bera te didin
Ji ser maseyan
ji ser wêneyên miriyan û zindiyan
Bi paçikên şil te dihelînin
Û di nav ava satileke qirêj de
Te difeisînin
Ey belengazo tozo
Kuro qey tu ne westiya
Te xwe ji axê azad kir
Bi ba û babîsokan re bû heval û dijmin
li sînoran tu ne sekinî sînornenasooooo
qey tu ne westiya ji mêvandariya bêxwediyan
ey bêxwediyo
de here
here cihê te ne li vire
here nav erşîfên yezdanên derewan
êş û kulên paşxistî hembêz bike
hejmarên derdxwaran veşêre û veşêre
li wêde ne paçik, ne ba û ne jî dest dighênê
cihê te xweşe li wir tozo
cihê te xweşe