Jinda Mihemed
Em kesên ..
Hatine afirandin
Ji bo ku mirovayetî
Wan bixapîne ..
û xweda jî
Hîn … hîn
Bêtir wan bixapîne
Em tîpên xurt
Di zimanekî alûse de ne
Em zixtin …
Li bende …kêrin
Li gorî birînên xwe ne
Baranin em …
Bi bê hişî bariya
û dema tengijîbûna zemîn dît
Bi gavên poşmaniyê
Vegeriya ezmanê xwe
Warê me buhişte ..
û em dojeh in
Ta xweda .. ma dudilî
Ka wê bi me re çibike
Zanebûna xwe .. ji nezanebûna xwe
Nasnakin
Destên me .. bi sedane
U nerinên me ..bi hezara ne
Tenê
Em bi dilopên xwinê re
Hevalin
Em wan didin hev
Ta bibin…
sembola pakrewanekî
û ew jî me li hev radigrin ..
Ta em bibin ….
sembola yakîtiyakê
Lê ..
Xemgîniya me
Hatiye nivîsandin
Li ezmanan ..
be dawiye ..be dawî
Ka emê bikaribin
Bêdiliya ezmanan bikin !!