Miş’el Osman
Diyarî: Ibrahîm E’bdî
Dûrbûna te jiyanê
Ji min dûr dixe..
Bê te
Di çalên kûr û tarî de
werdibim
Di nav pêlan de
Dihevwertêm
Êş û jan, li ber ba dibin
Hembêzkirina bi çavan
Kaniya derdike
Li ser baskên hêviyan
Asîmanan diçirînin
Zû were
Em bi hevre dûrkevin
Çal kûrin wê hêviyan
Basko bikin
Di dilê min de
Sîneme û zindan
Xerdel û Enfal
Xwîna pêxwasan
Xwêdana penaberan
Nû min naskir
Çima di şoreşê de
Lehengbûm
Çima perperîk
Xwe li roniya sipî digre
Çima bê te nabînim
Pêlên xewnan di şiyarbûnê de
Beyhûde dikim
Li te digerim
Carna xwe vedişêrim
Lê winda dibim..
Bîst sal bûrîn
Tenê şeş caran
Te kir qêrîn
Te ha ji çavê min heye ?
Ez li ku me ?!
Hevalên xapînok
Çi davan li ber min vedidin
Yên din
Koçberiyê ew revandin
Dengvedana welatê min
Bêdengiya min didize
Çav li rê riziyan
Û karwan hîn û hîn diçin
Hêlînê ji kêre dihêlin loo
Ji ber çavan dûr dikevin
Ma kî wê gul û sosinan
Av bidin loo ?!!
Tevî ku min rojek xweş ne dît
Rojan dilorînim loo
Û hîn çîrok despênekiriye.