Sîdar Jîr
Heger darbesta gerîlayekî azadiyê yê ji Bakurê Kurdistanê ku di sengera şer de ji bo parastina Kurdistanê şehîd ketiye li ser milên pêşmergeyên cengawer be…
Heger gerîlayê azadiyê ji bo ku Kurdistanê bi canê xwe biparêze, çavê xwe ji keleman û sînga xwe ji guleyan neparast û xwe avêt sengerên pêşîn li gel birayên xwe yên pêşmerge di sengeran de be…
Heger dayikên Kurdan çavên kilkirî yên keçên xwe yên şepalî maç kirin û şandin senger û çeperên şer…
Heger keç û xortên evîndar ên welatê min, bêyî ku welat azad bikin ramûsanên evînê li xwe qedexe kirin…
Dagir’ker’no,
Heger bi deh hezaran keç xortên me di mista wan de ala azadiyê û ref bi ref dan pey Şerfedîn, Ocalan û Barzanî…
Heger zarokên Kurdistanê têlên zingarî yên sînorê we yên ku nîşana hovîtî û bêrûmetiya we ye xistin çavên we yên sor…
Heger ciwanên Kurdistanê zindanên ku we ji bo me çêkiriye kirin kûreya sêdarên me…
Heger keç û xortên Kurdistanê bi axa welatê xwe sond xwaribin…
Heger şêrgeleyên welatê min soz dabin Derwêşê Evdî û Edûlê ku axa li ser sînga wan azad bikin…
Belê dagir’ker’no,
Wekî ku şairê Kurdistanî dibêje;”Rahêjin teşkên xwe” û biteqizin, bicehemin ji welatê me.
Erê dagir’ker’no!
Têlên ku we pê ‘sînor’ çêkirine jî bibin,
Bibin û morîkên stûyê “ciya” xwe pê ve bikin!!!