Mehfûzê Mele Silêman (M.Reşîd)
Em demê reş di buhêrin bi tirs, û bê av û çira
Her li dora xwe dinêrin nabînin ji pêvî gura
Êrîşin , ji jor û jêrin li me dikin gef û qira
Xwediyê me jî bê kêrin li hev didin xir û cira
Tev li mêrgê me di çêrin her bi xap û zor û sira
Navmaliyê me newêrin ji zirt û sirtên bê cira
Çekdarên xwe dihejmêrin pûçdikin bi fort û vira
Guhseradin , zik qilêrin birîkan didin ber dira
Ziman lûsin , xwelîdêrin rojê giran dikin tira
Hinek ji wan jehra mêrin hinek jî rovîne ji ra
Hêz û hêrzê me yê şêrin lê em girtine sê bira
Bi rik û tolê xweş mêrin me davêjin nav agira
Kesê me lawê bajêrin ji şareza û kadira
Yan kuştîne , yan şikêrin ji destê hov û gawira
Hemî mirov û cawmêrin mixabin çûne çadira
Bê yasa me di guhêrin deşta dixin şûna gira
Li pir mafa xwe dispêrin me dixine rêz û sira
Li paytexta diveşêrin diravên xwe û hogira
Namên taybet dihinêrin pê me dikin nav bivira
Ji xwe peyak û guhdêrin xwîna me didin xatira
Guneh û sûca di hêrin dixin stû û sikura
Em bi xwe latin ji zêrin me dibînin wek zixura
Em jiwan re xêr û bêrin em dizîn ji hûr û gira
Em ne garanê dewêrin û ne keriyê kavira
Bi kilît û xam û bêrin xwîn me tê berî hêstira
Em ne lawaz û bê kêrin û kes ji me ne çêtire
Em bazê serê diyêrin me dikin wekû mamira
Em xwedanê tûr û cêrin me didine ber awira
Me ser kêfa xwe didêrin bi civata û kongira
Biratiyê di qewêrin bi diravan û xatira
Qaşo sipar û vedêrin ser jêdikin van kotira
Azman reşin bê sitêrin ji kerbê van her sê bira
Ger em penîrin ew kêrin em ji hev re nabin bira
Bila dûrbin em bi xêrin ji nav me rakin quncira
——————————–
qamişlo — 12.04.2014