Lûqman Silêman
Ji xwe rêjîma Sûrî xiyanet wek her car li “PYD” kir, ji ber ku ji destpêk şoreşa Sûrî ve “PYD” dibêje serê me bi rûxandina rêjîmê neketiye û bi dehê caran nûnerê “PYD” di mediyan de gotine em ne dijî rêjîma Beşar Elesed in… Heger ku rêjîma Sûrî bixwesta dikarîbû alîkariya YPG bike û êrîşa hovane bisekinîne lê nekiriye û nake jî… rêjîma Sûrî jî dixwaze Kobanê bikeve destê “”Daîş” ” yek jê li ser sînorê Tirkiye dijminê Sûriyê sereke ye û ji rexê dî ve jî rêjîm dixwaze hêza “PYD” qelis bike tevlî ku li deverin dî wek Tilhemîs û derdorê Tilbirak û deverin dî kir bi tank û top û firokê ezmanî li pêşiya YPG şerê girûpên tendirew kir û di qenalê xwe de jî anî ziman xwest ji miletê Sûrî re bêjê va YPG bi min re ye û him jî ji cîhanê re bide xuyakirin va ez û YPG bi hev re li dijî tîrorê şer dikin.
Heger ku hemahingiya navnetewî jî bixwesta ku êrîşa “”Daîş” ” li ser Kobanê biseknîne wê bisekinanda, lê diyar e ku ew jî dixwazin Kobanê bikeve destê “”Daîş” ” da ku hêza YPG bişkîne, ji ber ku ta niha helwesta “PYD” ne zelal e ji rêjîma Sûrî ji hemahingiyê ve, ev bû sê sal “PYD” nikare xwe li cem ne Emerîka û ne jî Ewropa bide erêkirin bêguman ev ne ji valehiyê tê û ev yek ji encamê şaşiyê siyaseta “PYD” bêguman wê li vir jî nesekine.
“PYD” alîkarî ji Tirkiye xwest, lê Tirk dixwaze Kobanê bikeve ne ji ber ku navê wê Kobanê ye na ji ber ku ew di destê “PYD” de ye. Yek ji ber ku “PYD” bi ser “PKK” ve ye, û ya dî Tirk dibêjin ku “PYD” bi rêjîma Sûrî ve girêdayî ye û ne di Hemahingiya Sûrî de ye.. û Tirkiya yek ji wan dewletên ku têkiliyên wê bi “”Daîş” ” re qut nebûne û bi sedan tiroristê biyan di ser axa wê re derbasî Sûrî bûne.. bêguman Tirkî dixwaze hêza “PYD” bişkîne di rêya “”Daîş” ” re ji ber derbasbûna “”Daîş” ” li Kobanê wê kuştarek mezin çê bike. Ji sê rexa ve “”Daîş” ” Kobanê dorpêç kiriye û ji rexê çara ve jî Tirkiya ye. Piştî şikestina “YPG” û derbasbûna “”Daîş” ” li bajarê Kobanê wê ji nûv re Tirkiya bixwaze derbasî Sûrî bibe bi mehana şerê “Daîş” … lê mijar ji şerê “Daîş” dûrtir û kurtir e bi kêmanî di istiratîciya Tirkî de..
Di vir de dimîne helwesta Meclisa Kurdî û herêma Kurdistanê. Bihtir ji du salan gengeşe di nav meclisa Rojav û Meclisa Kurdî û Herêma Kurdistan de li ser avakirina leşkerekî kurdî yek alî yan bila YPG rê bide Meclisa Kurdî leşekrekî ji xwe re ava bike.. lê mixabin nikarîbûn li hev bikin ne li ser leşkerek yek alî û ne jî “PYD” rê da Meclisa Kurdî ku ew jî ji xwe re leşkerekî bi navê Meclisa Kurdî çêbikin. Li gor hin çavdêra îro hin kar têne kirin ji bo ku Meclisa Kurdî leşkerekî ji xwe ava bike.. lê li benda ketina Kobanê ne da ku bibin şirîkê li hevparkirina piştî şikestinê… di baweriya min de heger ku siyaseta Kurdî bi herdû meclisê xwe wisa bi rê ve here tiştê ku li Kobanê çêdibê wê di rojên were de li bajarên diyê kurdî jî çêbibe…