Mihemed Emîn Se`dûn
Berî niha û ji demeke dirêj ve, Herêma Kurdistanê biryara xwe a siyasî û dîplomasî bidest xwe ve anîbû, û ewlahî û asayîşa Kurdistanê jî bi rêya hêzên Pêşmerge û Zêrevaniyê diparastin, lê belê biryara aborî û darayî a Herêma Kurdistanê ne di destên Kurdan de bû. Îro dema petrola Kurdistanê bi destên Kurdan tê firoştin û dahatên wê vedigerin ji gelê Kurdistanê re. Ma nexwe li vir biryara aborî û darayî a Kurdan kete destên Kurdan de. Bi pêkanîna her sê hêmanên raborî yên avakirina dewletê û ketina wan di destên Kurdan de, Kurdistan bi gaveke bingirtî ber bi serxwebûna xwe ve diçe. Lê rûdanên vê dawiyê li Îraqê rûdan, û ketin û serdestkirina çekdarên “Da`îş”ê û hin hêzên çekdarên Sine ji çend parêzgehên Sineşîn re, û hilweşandin û vekişandina leşkerên Îraqê ji wan deveran û gelek deverên dîtir jî, û derbasbûn û vegirtina hêzên Pêşmerge navçeyên Kurdî yên ji derveyî sînorê Herêma Kurdstanê, rewşek nû peyda kir û Îraq derbasî qûnaxeke dî bû. Ji alîkî ve şerê “Şî`e” û “Sine” ji qûnaxa berê derket û şerek vekirî û dijwar di navbera wan de destpê kir, ji aliyê dî ve û ji ber siyasetên Malikî yên bêparkirin û paşguhavêtinê, û rêgirtin û ne çareserkirina pirsgirêkên di nav Bexda û Hewlêrê de, û Ji bo ku mafê gelê Kurd û deverên Kurdî ji gefên “Da`îş”ê û siyasetên Malikî yên çewit werin parastin, serokatiya Herêmê û Hikometa wê hêzên Pêşmerge derbasî deverên Kurdî yên ji derveyî sînorên Kurdistanê kirin û li wir cih girtin, û destên xwe danîn li ser piraniya wan deveran. niha Kurdistan û ew dever ji wan gef û metirsiyan tên parastin. Bi vê gava serketî û wan guhertinên li seranserî Îraqê derketîn, Herêma Kurdistanê derbasî qûnaxeke dî bû û pêpelokeke dîtir ber bi serxwebûna xwe ve avêt. piştî wan guhertin û pêşketinên balkêş, gelek deng û daxwaz ji hêzên Herêmî û nêvdewletî ve hatin ragihandin, ku hin ji wan bi eşkere piştevaniya dewleta Kurdî dikin û hin dîtir bêdeng û veşartî li dûv wê daxwazê ne, û ev yek di danûstandin û peywendiyên wan de tê xuyakirin. Di baweriya me de piştî van guhertinan, çi li ser astên Herêmî be yan nêvdewletî be, û bi taybetî helwesta hêzên nêvdewletî yên zilhêz û kartêker di siyaseta cîhanî de. Herêma Kurdistanê îro bûye jimarek cihgirtî û kartêker di hevkêşa herêmî û nêvdewletî de, nexasim piştî firoştina petrolê û vegerandina deverên Kurdî, bi vê yekê serkeftineke mezin û dîrokî bidest xwe ve anî, û Kurdistan li ser hemû astan û ji tevî aliyan ve derbasî qûnaxeke dîtir û nûtir bû, ku ji her qûnaxên borî naziktir û hestyartir e, û Kurdstanê niha ji hemû çaxan bêhtir pêwîstî bi piştevanî û piştgiriya gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê heye û herweha pê re jî giringî bi yekrêzî û serastkirina navmala Kurdî, ku bibin hewkarên alîkar û rêxweşker li pêşiya wan gavên serketî û kêrhatî yên hêdî hêdî ber bi serxwebûna Kurdistanê ve diçin.