Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Kurdistanê ragehand ku ji ber baran û sermayê pirsgirêk ji koçberên Herêma Kurdistanê re çêbûne û wezaretê jî biryar daye mizgeft û dêran li ber koçberan veke.
Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re got: ‘’Ji ber baran, bayê reş û hatina demsala sermayê beşek ji koçberên li Herêma Kurdistanê rûbirûyê pirsgirêkan bûne û di rewşeke xirab de dijîn.’‘
Neqişbendî wiha axifî: ‘’Li ser daxwaz û pêşniyara hejmarek kesayetiyên olî, rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê û piştî pirs û şêwra ligel Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê û Lijneya Fetwayê, Wezîrê Ewqafê û Karûbarê Olî Kemal Muslim ferman da hemû rêveberiyên Ewqafê daku ligel îdareyên sînorê xwe bicivin û mizgeft û dêran ji koçberan re vala bikin. Bi taybetî salonên taziyan û helkeftên olî bi awayekî demkî vekin heta kamp ji koçberan re tên avakirin.’‘
Neqişbendî da zanîn ku berî niha jî mizgeft û dêr li ber koçberan hatibûn vekirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Niha ji ber baran, serma û rewşa xirab a koçberan li kampan, ev daxwaza han zêdetir ji caran li Wezareta Ewqafê tê kirin. Di çend rojên borî de jî ji ber şepoleke bihêz a baranê, careke din rewşa hejmarek koçber ên li kampan têk çûye û pêdiviya wan bi cih heye.’‘
BasNews













































