Bi armanca nasandina jînosayid derheqê gelê Kurd, çend çalakî bi navnîşana Çîroka Jînosayid li London paytexta Britannia tên encamdan.
Di vê derbarê de, hunermenda mûzîkjen Peyman Heyderiyan ji BasNewsê re got:“Çalakiyên îro, 19ê Cotmehê, pêktên ji encamdana semînarekê liser jînosayidê û encamên saykolojîk li ser mirov û pêşandana fîlmekî dekomênterî bi navê Zistaneke Kurd, herwiha pêşandana karê hunerî yê Dr. Osman Qadir bi navnîşana Dekomênt kirina Jînosayida Enfala Kurd û xwendina helbesan“.
Herwiha got:“Em jî dê çend starnan û mûzîkeke Kurdî bi alîkariya hunermendan, Mensûr Îzdepa, Avan Ebdula û Emel Seîd Kurde, pêşkêş bikin“.
Wek tê zanîn, ev çalakî bi navnîşana Çîroka Jînosayidê û beşdariya Grûpa Gencên Kurd bi sponseriya şirketa Şa Post û AKB û rêxistina Jinên Aykro, li Pop Ap Sînema ya Portobello li Londonê paytexta Britanya tê encamdan.
BasNews