Rawangeha mafê mirovan a Sûrî da xuya kirin ku Yekîneyên parastina Gel YPG`ê li Kobanê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ pêşve diçe û avahiya Radyo ji ji destê DAIŞ derxist, her wiha şervanên YPG`ê li Serêkaniyê yek jê mîr 7 çete kuştin.
Rawangehê da xuya kirin ku DAIŞ hewlda ji aliyê kaniya Ereban ve êrişî bi ser YPG`ê bike lê kete fexkeke YPG`ê û 8 çekdarên DAIŞ di encamê de hate kuştin.
Her wiha hate ragihandin ku li başûrê Kobanê jî şer û pevçûnên dijwar di navber YPG`ê û çeteyên DAIŞ de birêve diçin, ji aliyê xwe ve rawangehê tekez kir ku YPG`ê avahiya Radyo ya dikeve rojavayê Kobanê bidest xist, her wiha da xuya kirin ku hêaja balafirên şer ên hevpeymanên navdewletî bi ser esmanê Kobanê de digerin.
Ji aliyê xwe ve biryargeha navnedî ya artêşa Emerîka îro şemiyê ragihand ku balafirên şer ên Emerîka 6 êriş bi ser baragehên DAIŞ li Kobanê pêk anîn û di encamê de gelek maşîn û baragehên DAIŞ bi kartîne rûxandin û jinav birin û da xuya kirin ku balafirên şer li devera Hesekê Şedadê stasyoneke petrolê ku DAIŞ bi kar tîne kire armanc û rûxand.
Li bereya Serêkaniyê jî li gorî agahiyên ku ji Navenda Çapemeniya YPG’ hatine wergirtin, li Rojava û Başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê operasyona ku şervanên YPG`ê ji 11 Cotmehê hatibû destpêkirin dewam dike. Di çerçoveya operasyonê de hêzên YPG’ê duh piştî nîvroj li ser rêya gundên Dehma û Rawiya tirimpêleke çeteyan bi temamî rûxandine.
Her wiha li hemberî komên çete yên ku ji bo alîkariyê hatine, hêzên YPG’ê rê li pêşiya wan girtin. Hêzên YPG’ê di heman demê de li dijî çeteyên ku li Rawiya kombûne çalakiyek pêk anîn. Îro sibehê jî koma çete ku li ser rêya Dehma-Rawiya li derdora benzînxaneyekê civiyabûn hatin hedef girtin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin di nava 24 demjimêrên de yek jê serçete ku bi navê emîr tevdigerin bi giştî 7 çete hatine kuştin.
PUKmedia