Ibrahîm Mele Qasim
Carek, me di bîra xwe de bîn in hunerê min
Serbest, biçinîn in, gul û sêvên, ji berê min
Îro, nû gihane ne buhane, difiroșim
șerbet, nû dizêtin, ji reh û tev, deverê min
hawîr, li me sorgul, xemilandin, neqișandin
șûnwar, di vekolîn, xwe dinasîn, guherê min
așiq bû cegerxwîn ji nû berhîm te di înin
Ala te ye rengîn dehejînin rûperê min
Çil sal, divejînim, dihejînim, diweșînim
Wênên, te welatî dineqșînin, șeherê min
Sûlav gelekî zû ji çiyan jêr mișe tê xwar
Sozdar ji nû helbet nû dibînin çeperê min
Pirwan xemilandin hemû rengên di firiștê
Șerbet de binoșî de binosî weke ê min
Fîxan, dike îro, çi re bilbil, gelek xemsar
Bax û gul û çîçek di hewînin keserê min
Aștî difirî hem di nû yasa weke hercar
Halan, dike bașok diqetînin, ceherê min
Bilbil, çi ye ger min di suriștê hebe pir kew
Qebqeb, di rebatê diqewînî, cegerê min