Mehmûd Badilî
Cilê xwe yê herî xweşik li xwe kir, li ser soza xwe bû, ew yek wilo ye, qet sozên xwe jibîr nake, di ser re dikeve tev bi kesê sozdar re, nemaze vê carê soza wê bi xortekî re ye, dibe ku jiyana wê serûbin biguhere..
Li ber deriyê gulistanê hinekî rawestiya, bihnek veda, hinekî qerebalix hebû, li hawîr xwe zîvirî kesekî ku wê nas bikin tunebû, hinekî bihna wê fireh bû, derbasî hundirê gulistanê bû, maseyek li nêzîkî avfirê hilbijart, maseyek biçûk tenê ji du kesan re, piştî ku deh deqe derbas bûn av xwest, dûv re qehweyek xwest, ji nişkave xortek hat û bi germî silav lê kir, wisa wê jî tev şermiya ku ji riwê wê dibariya bi kenekî nerm pêşwaziya wî kir.
– Ez Şoreş im, timî te keçek bedew dibînim, bi kurtî min gelekî ji te hez kiriye, dixwazim nuha dîsa ji te re bêjim pirr ji te hez dikim.
– Bi rastî, min bawer dikir ku tu wilo ye, tiştê ku min di serê xwe de li ser kesê ku min dixwest pê re bijîm xuya ye li ba te heye, ya giring li ba min, hezkirina ji dil û rastî ye.
Di navbera seetekê de, evîna xwe ji hev re lidarxistin, û li ser gelek tiştên bi paşerojê ve girêdayî ye axivîn, dûv re xatir ji hev xwestin. Dawiya şevê keçik li ser belkonê rûniştiye, li heyvê dinere û xewnên xwe bi delalê dilê xwe re dirêse. Lê nema hedana wê hat, xwest silavekê li evîndarê xwe bike, derbasî Facebookê bû dît ku nameyek ji wî jê re hatiye.
Name: “Delala min, ez gelekî fedîkar im li ber te, çi bêjim, ez nehatim ser soza xwe, min bibexşîne qurbanê, bi soz nêzîk em ê hev bibînin”.
Wisa keçik tewş û lal ma derbarê soza xweyî yekem bi evîndarê xwe re ku tenê gotin û nivîsandin şadê hezkirina wan bû. Wek komek hestî li ser textê xewê rûnişt, çongê xwe xist zikê xwe, nenûkên xwe koja û got: ” Şoreşê min û wî ji hev hez kir, ê li ser Facebookê, me soz da hev, ne Şoreşê ez û wî li gulistanê pêrgî hev bûn, weyla xwelî li serê min be”.