Mehfûzê Mele Silêman (M.Reşîd)
Em demê reş dibuhêrin bi tirs, û bê av û çira
Her li dora xwe dinêrin nabînin ji pêvî gura
Êrîşin, ji jor û jêr in li me dikin gef û qira
Xwediyê me jî bêkêr in li hev didin xir û cira
Tev li mêrgê me diçêrin her bi xap û zor û sira
Navmaliyê me newêrin ji zirt û sirtên bêcira
Çekdarên xwe dihejmêrin pûç dikin bi fort û vira
Guhserad in, zik qilêr in birîkan didin ber dira
Ziman lûs in, xwelîdêr in rojê giran dikin tira
Hinek ji wan jehra mêr in hinek jî rovî ne ji ra
Hêz û hêrzê me yê şêr in lê em girtine sê bira
Bi rik û tolê xweş mêr in me davêjin nav agira
Kesê me lawê bajêr in ji şareza û kadira
Yan kuştî ne, yan şikêr in ji destê hov û gawira
Hemî mirov û cawmêr in mixabin çûne çadira
Bê yasa me diguhêrin deşta dixin şûna gira
Li pir mafa xwe dispêrin me dixine rêz û sira
Li paytexta diveşêrin diravên xwe û hogira
Namên taybet dihinêrin pê me dikin nav bivira
Ji xwe peyak û guhdêr in xwîna me didin xatira
Guneh û sûca dihêrin dixin stû û sikura
Em bi xwe lat in ji zêr in me dibînin wek zixura
Em ji wan re xêr û bêr in em dizîn ji hûr û gira
Em ne garanê dewêr in û ne keriyê kavira
Bi kilît û xam û bêr in xwîn me tê berî hêstira
Em ne lawaz û bêkêr in û kes ji me ne çêtir e
Em bazê serê diyêr in me dikin wekû mamira
Em xwedanê tûr û cêr in me didine ber awira
Me ser kêfa xwe didêrin bi civata û kongira
Biratiyê diqewêrin bi diravan û xatira
Qaşo sipar û vedêr in serjê dikin van kotira
Azman reş in bê sitêr in ji kerbê van her sê bira
Ger em penîr in ew kêr in em ji hev re nabin bira
Bila dûr bin em bi xêr in ji nav me rakin quncira