Ehmedê Xursî
Kilûdya ..Şarê derewîn
Şaristaniyê pars dike
Û boxe-boxa Qedîfeyan e
Di qehfikên sikifan de
Buharê tîne kabê
zingilên… derewîn
çavikên derewîn
şiyariya xwê dikin
kî ye.. ê ku bin piyên qatan
vexepêre…?!
Bila beden li wan
Mukur bibe..
Nalbendên navdar
Meşkdiriwên xwişewîst.
Sar e…nayê rayê
Û gumlekê min
Havînî ye..
Vê gavê tîna evînê
Tavêje dilê min
Dilê min çûçikekî
Serçe ye
li Amûdê baniya ye.
Pûk ji tiffikên qatan
Der tê…
Bi ser devê bajêr de
Ji kel diçe.
Xecokê.. Dema befrê
Şopa pêlava min didizî
dîsan ji seqema sînga
Kilûdya…
Dihatme der !
Ber bi te ve
Ber bi ramîsana
Rok û serbênderên te ve.
Xecokê
Ji rehên xwe …
Dihatime der
Hemî gava elesên hênik
Li ser laşê min…
Şîn dihatin
Ta ku tevayî te bibim
Sibeha hemû cejnan
Mewdanên xwe
Diyarî te bikim
Min nîne mewdan !
Kakêşekê ez derandim
Û deryayeke mezin
Ez li seranserî
Nazdariya te… Belav dikim
Lê mixabin îsandina salan
Di çavên te de
derkîn dibin…
Ku çend obalî
Di mafê xortaniya xwe de
Kiribû!
Lê kî ye
Ê te dad bike?
dax bide,
Ji te pirs bike?
Gelo… çend nalîn
Ji kûrahiyên te westiyan?
Û te ha jê nebû…
Çend caran omîdan te ragirtin?
û tu negiha bendîxana
Dilê min…ax dilê min
Belê ez bi tenê dizanim
Ku çend dildar
Di sînorê evîna te de
Kelamper dibûn.
û di dojehên e’şqa te de disotiyan
Lê dîsa…
Te digel xewna xwe de
Xwe vezeland
û melûliya temenê tazî
Di bîra xwe de anî
Dinasî ku erê ê ê…
Kilît li dergehên asîmanan
Têne vertepilandin
û naghêjne bendîxana
Dilê min..ax dilê min
Lê belê..min heye siwarek
Siwarekî reş
Li kolînka dilê min …
Siwar e
Sikakên rojên min
Li hev dide
Kêlîk û hûrdemên
Xweşiya min dihejmêre…
Kontirol dike…
Ta ku hemû se’tên êvarî
Wan bidize
û here
û here
û here.