Çîrok: Temam Ezam.
Ji Erebî: Mihemed Xêr Omer
Bi çi mijûl im? niza!
Dema bavê min bi rê ket, ez gelek dilşad bûm, her wekî
ku wê sibe vegere.
Roj bêdeng derbas bûn, û gelek tiştên ciyawaz li derdora mal kom dibûn.
Ez bêriyê dikim? Erê ez jê hez dikim, erê.
Pir ji me dûr ket, bi hêvî me li me vegere û ji nik me ticar neçe, lê divêm rêwî be, ji bo em xanîkî xweşik ava bikin, û her tiştî em bikirin.
Wiha di çavê min de diyare, diya min xwe dixeşimand û ji min dipirsî: Çi heye? Li hêlekê dinerim û dibêjim:
– Tişt tune, û pirsên min di çavên min de melevaniyê dikin. Li wan peravan dişkin di dawiya şevê de.
Ji çaxa xewê hez nakim, xemgînî ji her hêlê ve êrîşî min dike, bersiv li ser mijankên min datînin. û mîna kevokên tirsandî difirin. Hêvî mezin dibin, di bala xwe de xaniyek mezin çê dikim, û pencerên fireh tê re gulîstanek şîn tije dar û gul û çîçek dibînim..
Û ji bîr nakim wan reqên ku ji bêdengiya wan pir hez dikim, wê bêtir xwe azad bibînin. û dibe hêka jî bikin, çêlîkên wan yên li wan pir digeriyam li çola gundê meyî xweş çê bibin.
Xwezî wiha pêk bihata!?
Wê odakî minî taybet hebe, wê lîstok lê rêz bin, bi şahiyek bê dawî. ew hirçê xweşik, û ew meymûnê dike biaxive, erê hîn li ser rûpelên bîra min e, piştî min ew dîtibû rûniştî bi amade bûn di ber cama dikanekê de. Û ew cil û bergên xweşik, jibîr nakim ticarî, lê buhayên wan gelek e, ez ê bikirim dema bavê min vegere, û roja cejnê ez ê li xwe bikim. û roja cejna zayîna min ez ê ji hevalên xwe şerm nekim. Ez ê teva li oda xwe bicivînim, û wêneyên wan bi kamîra xweyî taybet bikişînim, xwarinên herî xweş pêşkêşî wan bikim, ji ber kesî ji wan nagrim ku lîstokik ji min xwestin, lê bi şermînî ez ê bêjim na ku ew meymûn yan yek ji wan reqana bixwazin, nexasim ew a carekê winda bû û pir kêfxweş bûm dema min li deverek nêzîk dît, min ew xist himêza xwe û min ew maç kir, bavê min keniya û dilxweş bû.
Ax çendî bêriya te dikim, û çiqas ji te hez dikim?! xwezî niha tu vegerya.
Di wana derbirînê de, bendewarê rola xwe bûm, diya min hinekî alîkariya min kiribû, û wê hingê giriya, û hê jî xweş tê bîra min, çawa rondikên xwe vemaltin û çû kilîrê piştî navnîşanek ji babetê re hilbijart, xweş bû ..Rêwî..?
Di nava xwe de dibêjim, wê hevalên min ji min re çepka bixin, û ez ê ji bavê xwe re bêjim ser vê yekê.
Dema Nîdal bi hêdî babeta xwe dixwend, hayedar bûm li rûdêmên wî, gotin dihatin birîn û hindekî rawestiya piştî go: ( Mala me li Qinêtra xerab kirin)
Bêdengiyê girt ser hindirê polê û min dengê tik-tika dilê xwe seh dikir dema go: (Bavê min li ser wî sînorî şerê dijmin dikir, ta dilopa dawî ji xwîna xwe, şehîd ket, û venagere).
Destên min lerizîn. Û ez diramiyam, çawa pel ji lênûsa xwe jê bikim bibirim, û rondikên min bê şerm peyvên Rêwî, şil kirin.