Ezîz Xemcivîn
Dilê min, sibehîn tu min ji xewê radikî. Bi nazikî şîrava evîniyê tu bi ser hêviyên min de belav dikî! Ax dilê min, tu ajoyê bihinê yî. Ez bi kû ve diçim, bandora te li min jipiya ye!
Çi dikim, nakim nizanim çi bikim? Canê min di hêlana matmayînê de ji xwe li xwe hay dibe. Rivîna evînê ez sotime, ji her hêlê ve şahî jê re giryan e.
Tu gelekî xwe dûr dikî. Rê, xaçerê û rojên windabûnê li dor xwe diçî û têyî! Çendîn sal dizîvirîn, tu li şûna berê hîn jî sobelanê dikî. Bi metalan ne rê dibî ser rê; ne tu dikarî dîsa bide ser raste rê, yaxud tu virvirokeke rengareng bi lez û bezê yî?
Dilê min, ax dilê min, tu ji pêlên derya hartir î; ji çavên bazî şiyartir î; ji her bayî tûj û dijwartir î… Ax dilê min tu ji her têtîkê tenik û zelaltir î!
Bes e berê min nede kaşan, pora min wek ardê li ser serê qeraşan sipî bûye. Tu hîn zaro yî, bi lîstokan dilîzî. Di kêferatên evîniyê de tu mest î, sergêj û zîz î, li nêv zarokan sîpeyekî bêcir û zirz î!
Ji bûyîna min ve ezbenî, tu li ser min axa bûyî; ji hîngê ve te lingek daniye ser lingê din û tu cotê temen wêran dikî. Heta evê pileyê stema te hîna jî, ez ne westandime. Belê ka dawî çî ye?
Jiyan
Wek navê te
jiyan şêrîn e.
Wek çavên te
jiyan neynik e.
Wek rewanê te
jiyan hêlîn e.
Jiyan mezin e.
Lê belê ne bi qasî dilê te.
Rêpîvan ji hîngê ve li nav me dûr û dirêj e. Posta evîndaran ji benî, hungiv û mewîjan herdem dagirtî û têr e. Geh dikirin, geh difiroşin û geh dimsê dimijin û şîr ji guhanê hevokan didoşin.
Çavnêro! Ma perperîkên kenê te seyrana xwe li kû dikin?
Gelo nizanin mîrgeha jînê, bi sosinên vîna te xemilî ye? Belê hêvî li dûv hêviyê bi keskesora mizgînê re geşdana suriştê ye.
07.09.2014