Hat zanîn, balafirên şer îro danê sibê çeperên DAIŞê yên li Kobanî û derdora bajêr dane ber bombeyan, şer û pevçûn jî li rojhilat û başûrê bajêr didome.
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Kobanê, Omer Elûş ji nav bajarê Kobanê ji Rûdawê re got, şeva borî her wiha îro danê sibê balafirên şer ên hêzên hevpeyman li Kobanî li çekdarên DAIŞê dan.
Omer Elûş da zanîn ku şer li ser sê aliyê Kobanî didome lê ji îro sibehê ve li rojhilat û başûrê Kobanê şerekî giran derketiye.
Ji aliyekî din, Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand, di encama êrişên hewayî de bi sedan çekdarên DAIŞê li Kobanî hatine kuştin ê heta niha jî tisa ketina Kobanî heye.
Ji aliyekî din saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê ragihand, heta niha di şerê Kobanê de 376 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 258 şervanên YPGê, 20 sivîl û 10 şervanên komên din ên kurd şehîd bûne.
Rûdaw