Berê li gundan jiyana gundiyan sadebû û pêdiviyên wan wek niha zêde nebûn. Bêguman tiştên xwarinê jî wek niha zêde nebûn. Bi taybetî werzê havînî xelk ji xwere dixebitîn ji bo bi dest anîna xwarina xwe. Wê deme xwarina wan ya serekî berhemên ajelî , genim, nok, û danû bû ku bi kelandina genim savar çêdikirin. Xwarina herî girîng savar bû û ji ber wê jî navê payizê wek werza savar bi nav dikirin.
Çêkirina Savarê :
Salih Xefûr behsa çawaniya çêkirina savar dike û dibeje “Cûrê genimê savar ne wek genimê dine, hinek genim heye dikine savar ku ji genimê din xweşik tire. Berê simbil bi dest dihat kom kirin û niha li cotkirin bi traktoran tê kirin û cûrê simbil ji yê berê cudatire.”
Dan Kutan:
Berî aş, kutana savarê pêvajoya girîng ya çêkirina savarê bû û Salih li ser vê pêvajoyê got: “Genimê şil dikin û ji bo amade bive demekê li ber tavê dihêlin û bi mêrkutê ji dar hatiye çêkirin tê kutan. Dema kutana dan genc û pîrên gund komdibûn bi zimanê savarê stran digotin. Lê ev nerît li ber ji bîrçûneye ji ber ku niha ev kara bi alavan tê kirin.”
Xwarina Savarê :
Xaltîka Şukriye dibêje: “Savarê berê wek yê niha nebû, yê niha ji kargeha tê, yê berê xelkê çêdikir û xweştirbû. Berê savar xwarina serekî ya xelkê bû û savarê em têr dikirin û em zu birçî nedibûn. Berê hemû xelkê kar dikir û kar giranbû xelk zêde dibetilî û pêwîstbû ewên westiyane xwarina bihêz û tên bixwarina. Ji ber wê sawar baştirîn xwarin bû ji bo wan kesên betili yan jî birçî
BasNews.