YPGê ragihand, ji destpêka êrişên terorîstên DAIŞê li ser Kobanê heta niha 133 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û 9 şervanên Volkana Firatê şehîd ketine.
Navenda Çapemeniya YPGê bîlançoya şerê Kobanî ragihand: “Ji destpêka êrişên terorîstên DAIŞê li ser Kobanî heta niha 133 şervanên YPGê û YPJê û 9 şervanên Volkana Firatê, yên wê hêza hevbeş ya ku vê dawiyê hatibû pêk anîn, şehîd ketine.”
Navenda Çapemeniya YPGê ragihand: “Di hefteya sêyemîn a şer de, Arîn Mîrkan xwe bi terorîstên DAIŞê de teqnd. Her wiha di hefteya çarem de jî fermandara YPJê ya bi navê Rojda Axîn şehîd bû.”
Herwiha Navenda Çapemeniya YPGê hejmara kuştiyê DAIŞê jî ragihand ku, Di vî şerî de 1294 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Li gor agahiyên dawî, li nava bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li şûna ku li terorîstên DAIŞê bidin, bi şaşî li şervanên YPGê dan û 6 şervan şehîd kirin.