Duh danê êvarê di encama êrişeke berfereh ya hêzên Yekîneyên Parastina Gel li gundên derdora Kobanê heya niha girê Miştenûrê û 5 gund hatine rizgar kirinê.
Çalakvanê sivîl li nava Kobanê Seqor Ocalan ji PUKmedia`yê re ragihand: Duh 15/10/2014 danê êvarê hêzên YPG bi serpereştiya fermandara giştî ya hêzên Parastina Gel li Kobanê (Nalîn Efrîn) dest bi operasyoneke berefereh li gundên derdora Kobanê kirine.
Got jî: Heya niha êriş berdewamin û çê dibe di demek nêzîk de ew gund ji terorîstên DAIŞ bêne pak kirinê.
Çalakvanê sivîl got: Di wê operasyonê de heya niha girê Miştenûrê û 5 gund hatine rizgar kirinê.
Wî çalakvanî amaje bi wê yekê jî kir ku her îro balafirên şer ên hêzên hevpeymanên Emerîkaa 5 caran bombardumana DAIŞ li wê navçeyê kirine û derbeyek mezin li wan xistine. Her weha li hin cihan DAIŞ paşve vedikşê.
PUKmedia