Hevserokê PYD’ê Salih Mislim got: ‘Operasyonên hêzên koalîsyonê yên ser pêgehên DAİŞê gelekî baş in. Em hêvî dikin di demeke kurt de mizgîniya rizgarbûna Kobanê bidin hemû dinyayê.’
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD)Salih Mislim li Dihokê piştî hevdîtina ligel siyasetmedarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê daxwiyanî da rojnamegeran. Mislim da zanîn ku ew li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî hatine Başûrê Kurdistanê û got: ‘Şer niha hino hino ber bi serketina me berdewam e. Operasyonên hêzên koalîsyonê yên ser pêgehên DAİŞê gelekî baş in. Em hêvî dikin di demeke kurt de mizgîniya rizgarbûna Kobanê bidin hemû dinyayê.
Mislim alîkariyên Herêma Kurdistanê yên ji Kobanê re tên şandin jî kêm dîtin û got ku daxwaza wan ew e alîkarî û piştgirî zêdetir bên kirin. Li ser îdiayên ku dibêjin PYD li Rojavayê Kurdistanê nahêle partiyên din ên Kurdî têbikoşin, Mislim wiha axifî: ‘Me derî li tu kesî negirtiye û rêya wan negirtiye. Derî vekirî ne û kî bixwaze dikare li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê têbikoşe. Lewra şer bi tenê ne li Kobanê, li Serêkaniyê heye û li cihên din jî didome. Kesên dixwazin piştgiriyê bidin dikarin herin li wan deveran jî şer bikin. Kesê ku bixwaze xwe biparêze li benda destûra tu kesî nasekine. Kesên dixwazin welatê xwe biparêzin bila kerem kin û şer bikin.’
Mislim diyar kir ku Tirkiyê erkên xwe yên cîrantiyê bi cih neanîna û wiha pê de çû: ‘Em hêvî dikin ku di rojên pêşiya me de Tirkiye li cem hêzên koalîsyonê cih bigire û îspat bike ku li dijî DAİŞ’ê ye.’
Mislim qala hevdîtinên xwe yên li Enqerê jî kir û got ku ne bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re lê bi rayedarên Wezareta Derve ya Tirkiyê re hevdîtin kiriye. Derheqê naveroka hevdîtinê de jî wiha axifî: ‘Li wê derê gotin ku ew dê operasyonan bibin ser DAİŞê. Diyar kirin ku DAİŞ metirsî û gefeke mezin e.
BasNews