Rêkxerê Projeyên Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) Bextyar Ehmed di daxuyaniyeke taybet de bo Malpera Xendan ragihand ku, biryare kêmike din nêzî 400 malbatên penaberên Koban`ê bigihin bajarê Silêmaniyê erw bi du şêwazan dê bêne pêşwazîkirin ku yekem car li Qezaya Dukan ewê pêşwaziyê li wan bikin û Şerbet û xwarin pêşkêşî wan bikin daku hinekî bêhna xwe vekin, piştre jî ewê wan malbatan veguhêzin bo Kampa Erbet jiber ku me cih jibo wan diyar kiriye.
Rêkxerê Projeyên Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) ragihand ku, sibê jî bi hevkariya Kompanya Asia Cell ewê xwarin ê pêdawîstiyên serekî li Kampa Erbet bi ser wa malbatên penaber de dabeş bikin.
Bextyar Ehmed têkest kir ku, wan hemû amadekarî jibo hatina penaberên Kobanê kirine û got: Ew 400 malbat ji sînorê Turkiye derbasî Herêma Kurdistan`ê bûne.
Xendan