Biryar e îro civîna Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Dîmokratîk (TEV DEM) bidome û derbarê pirsên girêdayî Rojavayê Kurdistanê bighên rêkeftinekê.
Peyamnêrê Rûdawê Ubêd Reşavayî ji Dihokê ragihand: “Piştî bi dawî hatina civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê, partiyên ENKSê bi tenê ligel Barzanî civiyan.”
Peyamnêrê wiha got: “Herdu aliyên Rojava mijûlî danîna bernameyekê ne da ku îro di civîna xwe gotûbêj li ser bikin, ku behsa çi bikin û li ser çi rêkeftinê bikin û çawa bighên rêkeftinekê, yan jî bighên ji hev fêmkirinekê li ser rêvebirina Rojava.”
Herwiha Reşavayî da zanînîn ku, “Vegerandina pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo Rojava û rewşa Kobanî û çawaniya hevkariya dê mijarên girîngî yên vê civînê bin.”
Rûdaw