Yek ji amûrên sereke yên ku kurd wek awaneya kevneşopiya xwe dibînin def e. Di qada civakî ya kurdan de def xwedî cihekî grîng e. Amûra ahenga şahiya civatan û dengê zikir û sermestiyê ye def. Di demên beriya ku kurd bi modernîzma hevdem têkildar nebûbûn de, di germa havînan de derwêş gund bi gund digeriyan û bi efsûniyeke veşartî tiliyên xwe yên ku ji def jentinê bûne şaraza, li gilovera ku di nav destên wan de diçû dihat dixistin. Ahenga dengê def û kilamên derwêşan nîşaneyên newayên kurahiya dîrokê bûn.
Ji bo meraqdarên defan me hewl da em ji hosteyên defan çêkirina defan guhdarî bikin. Geleo def çawa tê çêkirin? Alavên bingehîn ên defê tar û çermê ajalan e. Di van salên dawî de her çiqas di dewsa çerm de plastîk bê bikaranîn jî, bi dengê xwe defên plastîkî pir bê kêr in. Çermên ajalan yên ku ji bo defê têne amadekirin, ji bo xweş bişidin, di destpêkê de ya bi ava germ an jî li ber agir têne germkirin. Her çiqas çêkirina defên çermî ji yên plastîkî zehmettir be jî, yên çermî, bi dengên xwe bêhempa ne. Di hundirê tara defê de bi gloveriya defê li ser çerm xelekên têlî hene. Ev xelek bi lêdanên dest û tiliyên defjen û bi hejandina defê re dengekî nerm li nav rîtmên lêdanan belav dike. Bi lêdanan ev herdû deng bi hev şadibin.
Her çiqas hêsan xuya bike jî, ji ber hin taybetiyên defê hînbûn û bikaranîna wê pir zor e. Di defên ku niha têne çêkirin de piranî tenê aliyekî tarê ji çermê ajalan tê niximandin, lê belê di çavkaniyên dîrokî de xuya dike ku defên resen ji herdû aliyan ve jî bi çerm têne niximandin. Di lêkolînên arkeolojîk de hatiye piştrastkirin ku di demên qedîm de defên çargoşe jî hatine bikaranîn. Li gor lêkolînên li ser defê hatine kirin Def ji Mezopotamyayê bi ser bakurê Afrîkayê derbasî Spanyayê bûye, dû re wek tambour û basque ketiye nav mûzîka Ewropayê.
Defjenên jin ên dema xwedawendan
Ku mirov bala xwe dide teşeyê defê, bêjinga arvan tê ber çavên mirov. Bêjing jî wek defê ji tareke gilover tê çêkirin û aliyekî wê girtî yek jî vekirî ye. Ger ku di nav def û bêjingê de pêwendiyek hebe dibe ku def jî wek bêjingê amîreke ku jin bikartînin be. Lewre niha def her çiqas wek amûreke mêran xuya bike jî, li gor lêkolînên dîroknasan di destpêkê de bêtir ji alî jinan ve hatiye bikaranîn. Defa ku ji serdema antîk bi şûn ve amûreke rîtuelî ye di peyker, nîgar û çavkaniyên niviskî de bi jinê re têkildar xuya dike. Di lêkeolînên arkeolojîk yên li Kurdistanê de xwedawendên bi def hatine dîtin hene û ev jî nîşan dide ku def hem amûreke pîroz e û hem jî perçeyeke jiyana mirovan e. Piştî ku ola Îslamê li Kurdistanê serdest dibe jin ji defê tê qewirandin, defjenî dikeve bin payana mêran û ev rewş hetanî îro jî wisa dom dike.
Pîroziya defê di baweriya Ehlî Heq de
Di zikiran de ji bo muzîkê def tê bikaranîn û ji ber vê taybetiya xwe def pîroz tê dîtin. Ji ber pîroziya xwe def, di nav zikirvanan de tê gerandin, her kes destê xwe lê dixe û bi rêzê defê maç dikin. Di pîrozbahiyên cemî yên Ehlî Heq de, beşdarvan bi xelekî rûdinin û ya bi kemberek an jî bi potek bi hev ve têne girêdan. Bi vî awayî ji mirovên girêdayî teşeyek gilover derdikeve holê û hemû kesên bi zikran dikevin bi hev ve têne grêdan. Ev teşeyê glover ê zikirvanan dişibînin teşeyê defê û ev yek rola pîroziya defê ya di baweriya Ehlî Heq nîşan dide.
Di baweriya Ehlî Heq de niyazên “Muraqebat” bi muzîkê re têne strandin. Hin kesên ku di kêliya niyazan de ji xwe ve diçin û bi vê ruhiyetê dikarin bi ser sotikên agir ve biçin û agirê gur bi xwe bikin. Hinek derwêş tiştên balkêştir dikin. Wek nimûne: Bi dîsgotinî “la illahe ill’allah, la illahe ill’allah” diqîrin, şîşên hesinî di canê xwe de diçikînin, agir vedixwin. Hin kesên nexweş jî bi rêya defê têne tedawîkirin. Alimên Horesanî di heman demê de muzîkjenin jî û bawer dikin ku bi rêya muzîkê xwe digihînin sirên baweriyê. Kesên beşdarî cemê dikin, wisa bewer dikin ku bi rêya muzîkê ew xwe digihînin sira rastiyê. Ji hêla din ve yek ji peywira muzîkê jî bilindkirina nirxên manevî ye. Di baweriya Horesanê de rih bi rêya muzîkê neqlê Adem dibe.
Wek Ehlî Heq di ezdayîtiyê de jî def amûreke girîng e. Di ayînên olî yên ezdiyan de kesên bi navê “Qewal” ku hem muzîkjen in û hem jî peywirdar in, li defê dixin. Di van ayînan de kesên bi navê “Koçek” jî wek alîkarê qewal beşdarî merasîma muzîk û reqsê dikin. Ku mirov li qewlên di van merasîman de tê xwendin dinêre, koka wan diçe heta serdema navîn û ev jî nîşanê me dide ku reqs û muzîka ezdiyan bingeha xwe ji çanda paganîst distîne. Heta 50 salên berê, ji bilî ayinan def li tu derî nedihatin lêxistin. Di jiyana rojena de deflêdan heqaret dihat dîtin. Di van salên dawî de ev ji holê rabû lê dîsa jî muzîk û niyazên nirxbilind di jiyana rojane de nayên gotin.
Def: Amûra mûzîkê ya neteweyî
Tişta ku defê di nava kurdan de derdixe pêş ev e; def amûreke neteweyî ya kurdane û li tu cîhekî din def lê wek defa ku kurd bikar tînin nayêne bikaranîn. Koka defjeniyê di nav kurdan de diçe beriya zerdeştiyê. Bi serdestiya Îslame re li Kurdistanê, weke hemû amûrên muzîkê def jî tê qedexekirin. Lê wek hin edet û baweriyên beriya mislimantiyê, bi hin guhertinên biçûk dikeve nav baweriya Îslamê jî. Wek hemû gelên din di nav kurdan de jî şopên beriya baweriya mislimantiyê têne dîtin. Ji ber ku di baweriya kurdan a beriya islamê de def xwedî bandoreke mezin bûye, piştî serdestiya islamê jî bandora defê berdewam kiriye. Di piraniya tarîqatên kurdan de def di zikr û ayînan de tê bikaranîn û cîhekî girîng digre lê def tenê di cîhê girtî de tê lêxistin. Derbarê reseniya defê de di nav kurdan de defjenê navdar ê navnetewî Husseyin Zahawî van agahiya dide me: Hemû gelên li dinyayê bi amûrên xwe yên taybet hene. Di muzîka kurdî de şêweya lêdanê xweser e û amûr jî her wiha resen in. Ev amûr li cem gelên din tune ne. Wek nimûne; di nav ereban de jî def heye lê defa wan li gor ya kurdan gelek cûda ye. Hem ji alî nexşandinê û hem jî ji alî bikaranînê ve cûda ye. Di nav kurdan de kevneşopiya defê bi feqî û derwêşan re destpêkirî ye. Her netewe xwedî amûrên xwe yên resen e. Kurd jî xwedi kevneşopiyeke pîroz a defê ne. Def li hemû parçeyên Kurdistanê tê bikaranîn.”
Defjeniya ku niha li gellek bajarên Kurdistanê û deverên din bi qursan tê hînkirin, wisa xuya dike ku wê careke din vegere srdema xwe ya zêrîn!
(BasNûçe)