Berpirsê Dosya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand ku îro (14.10.2014) Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li parêzgeha Dihokê dicivin. Herwiha got ku armanca civînê çareserkirina hinek pirsên derbarê Rojavayê Kurdistanê de ye.
Derbarê mijarê de Berpirsê Dosya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî ji BasNewsê re diyar kir ku îro danê êvarê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li bajarê Dihokê dicivin lê dema tam a destpêkirina civînê eşkere nekir.
Derheqê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim de jî, Derbendî wiha axifî: ‘’Barzanî dê ne bi tenê ligel Salih Muslim bicive, lê wê lihel nûnerên hemû aliyên siyasî bi hevre bicive, herwiha civîna herdu encûmenan jî di jêr çavdêriya Barzanî de tê kirin.’‘
Derbarê armanca van civînan de jî Derbendî got: ‘’Armanca civînê çareserkirina pirsên Rojavayê Kurdistanê ye, daku hemû alî bighin rêkeftinekê. Herwiha tişta ji destê Serokê Herêma Kurdistanê hatiye bo şandina çekan ji Rojavayê Kurdistanê re texsîr nekiriye û berê jî çek û pêdiviyên leşkerî hatine şandin.’‘
Hêjayê gotinê ye berî niha Nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Newaf Reşîd ji BasNewsê re gotibû ku Amerîka bi mercê pêkanîna hêzeke hevbeş di navbera herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê de, wê alîkariya Pêşmerge û şervanên Rojavayê Kurdistanê bike. Armanceke din a civîna îro jî gotûbêjkirina hêzeke hevbeş e bo Rojavayê Kurdistanê.
BasNews