Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Moon di Kongreya Geşepêda Xezze de ku li bajarê Qahîre paytexta Misr`ê bi beşdariya çendîn welatan hate sazkirin hişyariya egera rûdana komkujiyeke mirov li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistan`ê da û bang li tevaya aliyan kir ku kar jibo rêgirîkirina komkujiya li ser welatiyên sivîl li bajarê Kobanê bikinê.
Ban Kî Moon got:Ez jiber rewşa Kobanê gelekî dilgiranim jiber ku hêrişên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ) bo ser wê bajarî hîna berdewame û jiyana bi hezaran kesên sivîl di xeteriyê de ne.
Ban Kî Moon bang li tevaya aliyan kir ku, kar jibo rêgirîkirina li rûdana komkujiya li ser welatiyên sivîl yên bajarê Kobanê bikin.
Xendan