Parlamentoya Kurdistanê dê îro li ser rewşa herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku ev 29 roj in di bin dorpêç û êrişên giran ên çekdarên DAIŞê de ye, dicive. Di civînê de Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) di karûbarên Iraqê de Nîkolay Mladînov jî beşdar dibe.
Şandeke 10 kesî ji parlamenterên Başûrê Kurdistanê hefteya borî serdana herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Wê şandê raportek li ser rewşa wê deverên her wiha penaberên Kobanî yên ku ji ber şer û êrişên DAIŞê reviyane Bakurê Kurdistanê, amade kiribû.
Parlamentoya Kurdistanê dê îro bicive û li ser wê raportê gotûbêj bike. Peyamnêrê Rûdawê ragihand, di civîna parlamentoyê de Nûnerê NY li Iraqê Nîkolay Mladînov jî beşdar dibe û dê encamên civînê wek raportekê pêşkêşî navenda giştî ya NY li New Yorkê bike.
Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de gellek pirsên girîng ên mîna rewşa bajarê Kobanî û çawaniya pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî ji Herêma Kurdistanê dê bên gotûbêjkirin.
Herwiha dê pirsa naskirina Kantonên Rojavayê Kurdistanê bê gotûbêjkirin ku dibe ev mijar gotûbêjên bêhtir li ser bên kirin.
Beriya niha pêşniyarqanûnek derbarê naskirina wan kantonan pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê hatibû kirin lê bi hêceta ku ev mijarê di destê hikûmeta navendî ya Iraqê de ye, nehatibû pejirandin.
Rûdaw