Dr. Berhem Salih ragihand ku Kobanê mînaka berxwedanê ye li dijî terorê û erkê Kurd û ereb û Tirkiyê û civata navdewletî ewe kar ji bo hevkarîkirina şervanan û kesûkarê me bikin e.
Di çavpêkeftinekê li gel kanala BBC bi erebî Dr. Berhem Salih got: Kobanê nûner û bercestekarê berxwedana li dijî terorê ye û pêwîstiya wê bi piştevaniyê heye. Di rewşa niha de li Kurdistana Êraqê hevsoziyekî zor mezin heye bo kesûkarên me li Kobanê lê belê pirsgirêka cografî heye asteng bûye li pêş alîkariya çek û şervanan. Berxwedêrên Kobanê pêwîstiya wan bi korîdorekê heye daku çek şervan bighên wan.
Amaje bi wê yekê jî kir, Dr. Berhem got: Hindek bombardumanên asmanî li ser çekdarên DAIŞ li Kobanê heye ku em pêşwazî lê dikin lê belê ew bes nîne, pêwîstiya Kobanê bi alîkariya çek û şervanan heye.
Dr. Berhem got: Berxwedana jinên Kobanê haletekî taybete û nimûneye qehremaniyêye li dijî DAIŞ.
Li barê helwesta Tirkiyê li hemberî Kurdan, Dr. Berhem cext li wê yekê jî kir ku, dîtinên wan libarê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gel Tirkiyê cudaye .
Teqez li wê yekê jî kir ku: Îro Kobanê haletekî berxwedanê li dijî terorê berceste kiriye. Pêwîstiya Kobanê bi piştevaniyeke bi kirdarî heye. Pêwîstiya wan bi çek û vekirina korîdorekê heye daku zilam û jin biçin Kobanê bo jinavbirina ew terora metirsîdar ku êrişî hemû navçeyê kiriye.
Xendan