Gundê Til-Şiîrê ya rojavayê bajarê Kobanê ji aliyê YPG`ê ve hat rizgar kirin.
Îro roja sêşemê 14-10-2014`an, serê sibê li Kantona Kobanê, di operasyoneke YPG`ê de, gundê Til-Şiîrê bi tevayî ji çekdarên DAIŞê hat paqij kirin.
Her weha li gorî jêdereke agahdar ku gundê Til-Şiîrê ya ku dikeve rojavayê bajarê Kobanê, îro serê sibê ji çekdarên terorîst yên ser bi DAIŞê ve hat paqij kirin û aramî ji bo xelkê deverê hat bicîkirin tako xelkê wê gundî vegerin bo cih û warên xwe.
Hêjayî gotinê ye ku gundê Til-Şiîrê li rojavayê bajarê Kobanê ye û dikeve ber sînorê Bakurê Kurdistanê ku gundeke stratîjîke ji bo parastina bereyê rojava ji ûrişên terorîstan bo ser bajêr.
PUKmedia