Hunermenda sûrî Medîhe Kinêfatî dibêje, tevî ku dilê wê nazike lê eger wê karîba dê ligel jinên şervan ên Kurd li Kobanê şerê DAIŞê kiriba.
Medîhe Kinêfatî, temen 30 salî, ku ji sala 2005an ve di dramaya sûrî de cihekî berçav ji xwe re girtiye û niha hejmarek zêde ji hogirên wê hene, di daxuyaniyekê ji bo rojnameya Heyat ye Erebî, balkişande ser şerê şervanên Kurd li dijî çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞê, bi taybetî jî berxwedana şervanên jin li dijî wan çekdaran.
Medîhe dibêje ku, ew gelekî bêriya serdana navçeyên Sûriyê dike, ku niha ji ber kirîza li wî welatî êdî nikare serdana wan navçeyan bike, herwiha amaje kir ku ew rojane nûçeyên ku li ser rewşa Kobanê tên belavkirin, dişopîne.
Di vê barê de Medîhe got: “Axeftin hesaniye, tevî ku dilê min nazike hemberî tundiyê, lê eger min karîba min dê mil bi mil ligel şervanên jin ên Kurd şer bikira.”
Hunermenda sûrî berxwedana şervanên Kurd li dijî DAIŞê li Kobanê bi “Hêz û sebir û rijdbûna ku nayê şikestin” bi nav kir.
Ji aliyek din ve, Medîhe Kinêfatî amadebûna xwe bo her alîkariyekê û bi hemû rêyên li berdest pêşkêşî wan şervanên jin bike.
BasNews