Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) biryar dide ku ji rejîma Esed dûr bikeve û deriyê Rojavayê Kurdistanê li pêş aliyên din ên siyasî veke, berpirsekî PYD jî dibêje ku, mercê serekî yê hevpeymaniya navdewletî bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê, birîna têkiliyên ligel rejîma Esed e.
Nûnerê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê (PYKS) li Herêma Kurdistanê, Newaf Reşîd ji BasNesê re ragihand ku, ji bo rûbirûbûna DAIŞê, hevpeymaniya navdewletî daxwaz ji wan kiriye ku peywendiyên xwe bi rejîma Esed re bibirin, herwiha hêzek hevbeş pêk bînin û bibin beşek ji mixalefeta Sûriyê ji aliyê siyasî û ewlekarî ve, ew jî bo wê mebestê ye ku di qonaxa piştî Esed de cihê wan hebe, bi mercê ku alîkariyên zêde bikin.
Newaf Reşîd got jî: “Hatina Salih Musilm bo Kurdistanê û civîna îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê li ser çend xaleke girîng bê, xala herî girîng jî pêkanîn hêzeke hevbeşe, mercê Amerîkayê jî bo wan jî ewe ku, ew hêz dûr be ji rejîma Esed û di çarçoveya mixalefeta Sûriya de be.”
Di vê barê de, biryar bû ku duh Duşemê Hevserokê PYD Salih Muslim ligel Barzanî civiyaba, lê ji ber dereng gehiştina Misilm û serpereştiya Brazanî ji eniyên şerê li dijî DAIŞê re, ew civîn pêknehat û biryare îro, 14ê Cotmehê civîna Barzanî û Mislim dest pêbike.
Ligor zaniyariyên çavkaniyeke piştrastkirî ku ji BasNewsê re axî û got, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî biryar daye ku, di qonaxa bê de beşek ji wan çekên ku bo Pêşmergeyan hatine bi awayekî rasterast bo Rojavayê Kurdistanê bişîne.
Berpirsê ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji BasNewsê re diyar kir ku, di qonaxa bê de wê alîkariyên leşkerî yên Herêma Kurdistanê bo Rojava zelaltir û aşkeretir diyarbin.
Helgurd Hikmet da zanîn jî ku, civîna Barzanî û Mislim di vê qonaxê de gelekî girînge, nêzîkbûna PYD ji hevpeymanan jî alîkariya hesantir û bileztir dike.
Navburî got jî: “Hatina Salih Mislim û peywendiya baş ligel Herêma Kurdistanê wiha dike ku, alîkariyên Amerîka û hevpeymanan bo Rojavayê Kurdistanê baştir û girantir be.
Ligor zaniyariyên BasNewsê, eger îro Tirkiyê razî nebe ku Hêzên Pêşmerge di nav axa wê re derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bibe, dê bi rêya ezmanî çek û teqemeniyên Pêşmerge bighin Kobanê.
BasNews