Piştî bi destxistina çend xelatan li festîvalên navdewletî, fîlmê ‘Min Samîm’ li Îtalya û Endonezyayê tê pêşandan.
Fîlmê bi navê Min Samîm yê derhêner Key Behar, wê vê mehê di çend dem û cihên cuda de li welatê Îtalya û Endonezya bê pêşandan û evna jî derfeteke başe bo Kurdên wan welatan, ku berê xwe bidin vî fîlmê Kurdî.
Di vê derbarê de, derhêner Key Bihar ji BasNewsê re got: ‘‘Fîlmê Min Samîm wê di rojên 17.18’ê Cotmeha 2014’an li festîvala Mêstrê û Vînîsê û herwiha di rojên 14.18’ê Cotmeha 2014’an jî li festîvala Mîntorno li welatê Îtalyayê were pêşandan.’‘
Key Bihar wiha axifî: ‘‘Evna derfeteke baş e bo Kurdên li Îtalyayê daku bikaribin temaşeyî fîlm bikin.’‘ Derbarê pêşkêşkirina wî fîlmî de li Endonezya jî Key Behar got: ‘‘Kurdên Endonezya dikarin wî fîlmî li festîvala navdewletiya dûrgeha Baly temaş bikin, ku di rojên 12-18 Cotmeha 2014’an dê were lidarxistin`.
Wek tê zanîn fîlmê Kurdî yê bi navê Min Samîm, yê derhêner Key Bihar e û li çend festîvalên navdewletî xelat bi dest xistine.
BasNews