Wezîrê derve yê Emerîka ragihand ku li Sûriyê yan Êraq ti aliyekî naxwazin bi hêzên bejayî yên Tirk li ser xaka xwe naxwezin û Kurd naxwezin li Kobanê serbazên Tirk bibînin, her wiha rexne li Tirkiyê girt û da xuya kirin ku Tirkiyê gelekî xwemsar bû di pêşkêkirina alîkarîkirin ji dijberên DAIŞ re.
John Kerry di çavpêkeftinekê li gel Dengê Emerîka ya Afganistanê de, Tirkiyê rexne kir û got: Tirkiyê di pêşkêşkiriyan ji dijberên DAIŞ re gelekî giranî kirî û xemsar bû , Tirkiyê beşdar dibê û di çend rêyên dinê re alîkar dibe , ew jî eşkira ye ku aliyên cuda, Kurd û Êraqî û Sûrî û aliyên dinê jî naxwazin Tirkiyê artêşa xwe bişîne Kobanê.
Kerry wiha pê de çû û got: DAIŞ dev ji wêrankirina rojhilata navîn ber nade.
PUKmedia