– Heta ez li ser riwê dinyayê bim, ez ê bi strana “Zinara Erebî” serbilind bim.
– Her kes dizane ku Bengîn serbixwe bû heta berî sê salan, lê aniha ez insanekî YPGe me..
– Li Dirbêsiyê yek hat li ser mesrehê û ji Asayîşa re got heger win nehêlin ez wî maç bikim ezê xew bişewitînim.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
– Li destpêkê hunermend Hikmet Cemîl Kî ye?
Hikmet Cemîl ji bajarê Efrînê (çiyayê kurmênc) e. Weke ku tê zanîn, hunermendên herî bi nav û deng ji wî çiyayî derketine. Ez sala 1962an li paytextê Sûriyê Şam hatim dinyayê, lê min jiyana xwe ya herî kin di navbera Heleb û Efrîn û çiyayê Kurmênc de bûrand û ez hez dikim kurdên me yên Cizîrê nas bikin ku xwendina min ya berî fermî (rewda) û pola yekê û diduyê li Qamişlo bû. Bavê min di leşkeriya Sûriyê de bû, cihê karê wî tim dihate guheztin û em jî pê re bûn, 4 salan li Qamişlo, 5sal li Şamê, 2an li Himisê û salekê li Qinêtira yê, dawî li bajarê Heleb û Efrîn.
– Mamoste tê bîra te win li Qamişlo li kîjan taxê bûn?
Diktorek hebû jê re digotin Dr. Dara Hersan, mala me li ber mala wî bû, û sînemak nêzîkî me bû.
– A li navenda bajêr, Sînema Hedad û Dîmeşiq.
– Erê….
– Destpêka hunermend Bengîn li gel mûzîk û stranê?
Ez bawer im ku destpêk di sala1983an de bû, wê salê ez derxistime holê, gelek qedir jê re mamoste Selah Resûl, hat ez naskirim û got ev dengekî xweş e, ahengek li sînema Sûriya li bajarê Helebê çêbû, gelekî serê wî êşiya ji wê ahengê, piştî wê piştgiriya min a manewî gelekî kir, qewêtî li hevalên xwe kir ku çavên wan li min be, digotin min ku Selah Resûl wî Hikmet Cemîl çêkiriye. Selah Resûl di wê demê de gelek navdar bû…
– Belê, strana ku jiyana we wek hunermend guhert ”Zinara Erebî” we çawa çêkir?
Wê sitranê? Ew sitran ji awaza min e û ji helbestên nemir Cegerxwîn e, temenê min 21 sal bû min ew çêkir, heta ez li ser riwê vê diniyayê hebim, ez ê pê serbilind bim.
Li ser vê mijarê di sala 1979an de min kasêtek çêkir bi navê ”Çi Bêjim Welat Kurdistan” ew sitran beşek jê hebû mijara ”Zinara Erebî” tê de hebû, wisa bû: (vaye Şama ser bi reş,…….. çê hîzam be, çê ihsaa be miletê kurd bar dike, milet, kurdên Şamê xwas û birçî em wek hevî dixwazim).Di sala 1984an de min helbesta nemir Cegerxwîn xwend di dîwana Ronak de û şensê min ku ew helbest bibe nesîbê min. Di wê demê de hunermendên şoreşgerî kêm bûn, bi taybet ji Rojava Şivan Perwer, Birîndar û Dilgeş hebûn, Şivan Perwer li ser bobelata Helebçe strand, lê mixabin, li Rojava ”Zinara Erebî” çêbû, ew zinar li Xaniqîn ta Kerkûkê jî destpê dike, ne tenê li Rojava ye.
– Em dikarin bi hev re bighin biryarekê ku vê helbesta seydayê nemir Cegerxwîn û mûzîka te qonaxa te wek hunermend guhert?
– Belê, ez dixwazim bêjim jî ku Cegerxwîn ”zirana Erebî” çêkir li ser her du perçên Kurdistanê,
– Gelo rast e ku ”Zinara Erebî” nasnameye Elmanî da Bengîn, tu wek kurdekî ji Rojava te êşa xwe gihand diniyayê bi riya vê stranê
Ez hatim Elmaniya û min penaberiya xwe pêşkêş kir û ez hatim pejirandin wek hunermendekî Kurd yê bi tena xwe ji Rojava yê Kurdistanê (yê tek).
– Ji xwe ev yek bala me dikşîne hunermendê tek yê yekemîn ku ji bo stranekê ji gelê xwe re rêjîm bi dû diket, ew hunermend ez dibêjim tekane ye di her çar parçên Kurdistanê de.
Belê rast e, ez wek yekemîn hunermendê şoreşgerî ji Rojava di dadgehên Elmanî de hatim pejirandin. Li ver li Elmaniya, yekîtiya Ewropa nasname dane nêzîkî 90 heta 95 hunermendên ku stranê min di şahiyan de distirandin.
– We çawa paşê karê xwe wek hunermend li Ewropayê şopandin?
– Piştî 1986an gelek pirisgirêk ji min re derketin ji aliyê hunermendine ku îro navdar û naskirî ne, gelek çîrok di navber min û wan de derketin.
– Em dikarin dȋsa bipirsin: Gelo Bengȋn heta navȇ xwe çȇkir gelekȋ westiya?
– Mamosta ez gelkȋ westiyam ȗ her kes dizane ku Bengȋn serbixwe bȗ heta berȋ 3 salan, lê aniha ez eșkere dibȇjim ez insanekȋ YPGe me, ez tevlȋ refên YPGȇ me ȗ ȋro YPGȇ ji min re bêje pȇwȋst e ku tu șer bikî ez ȇ herim, ez ne ligel tu partiyan im, ema wek dibȇjin rȇz ȗ hirmeta min ji PYDȇ re heye, bi rastȋ ez dibȋnim çawa ew kar dikin li vȇ derȇ ji bo Kurd ȗ Kurdistanê bi hemȗ karmendȇn xwe heta bi grȗpa Ronahȋ TV.
– Em dixwazin li ser qonaxa ya ku te program di Roj TV te pêşkêş dikir, di wȇ demȇ de gelek ekranȇn kurdȋ tine bȗn, lê bernameya te gelek deng da ȗ temeșevanȇ te bi milyonan bȗn, tu dikare ji me re bi kurtî li ser staylȇ ku te pȇșkȇș dikir ȗ henekȇ te dikirin ȗ ewqas mȇvan baxive?
Ez nabȇjim ku Roj.TV parçeyek ji min e, ez parçeyek jê me, ez gelek pȇ serbilind im ku kenalek asimanȋ kurdȋ bȗ, sȋstema wȇ hemȗ dizanin ew girȇdayȋ bȗ bi Partiya Karkerȇn Kurdistanȇ PKKê ve ȗ eger ne girȇdayȋ bi wȇ be jî dȋsa pȇ serbilind im, bila kes min șaș fȇm neke, ez ne mirovekî hizbȋ me, lê rêza min ji partiyȇn mezin re weke PKK heye.
Rȇvebirya Roj.TV di wȇ demȇ de hate ba min ȗ ji min re gotin projeyeke me heye, lê yȇ te wek Hikmet Cemȋl wek Bengȋn yan tȇ biser bikeve yan tȇ heft qatan dakeve bin erdȇ.
Me tu xwestî ji ber ku tu henekdarî ȗ dilȇ te xweș e, me destpȇ kir ȗ bernameya meha pêşî biser ket, hinek astengȋ hebȗn, lê em xurtir dibȗn ȗ em agehdar bȗn ku gelek milet me dișopînin, mixabin di 2004an de tiștek çȇbȗ ȗ em li hev nehatin ȗ me bername sekinand.
Lê surpirȋzek min heye di demeke nȇzȋk de em bernameyekȇ li Rojava çȇdikin ȗ rȇverberiya Ronahȋ.TV wȇ li ser bisekine.
– mamoste di qonaxeke din de guhertinek çȇbȗ dema ku tu çȗ Kurdistanȇ ȗ karȇ te di Kurdistan.TV de, karȇ te gelekȋ kin bȗ, em dixwazin tu ji me re li ser wȇ qonaxȇ baxive.
Ez dixwazim miletȇ me tiștekȋ zanibe ku tu vexwendȋ ji min re ji bo çȗna min ya Kurdistana Bașȗr nehatibû, çi ji mekteba serokȇ Hermȇ ve çi ji Kurdistan.TV ve, tiștek ji min re nehatibȗ, ez bi xwe çȗme wir min hez dikir ez parçak ji Kurdistanȇ ava bibȋnim, dema ku ez giham dergeha Ibrahȋm Xelȋl, serleşkerek li wir mat mabȗ ȗ min gelek malbatȇn ji Cizȋrȇ li wir dȋtin ȗ min alȋ wan kir ta ku derbas bibin, dema ku wî serleşkerî ez dȋtim yekser telȋfonȋ Kurdistan.TV kir, wan jȇ re got wȋ bernedin ȗ çi jȇ re gerek be bikin ȗ ji niha ȗ heta demjimêrekê em ê li ba we bin.
Kurdistan.TV hat ȗ Kamȋran Mirhȋ jȋ hat ȗ hevpeyvînek li ser sȋnor bi min re çȇkirin ȗ wȇ demȇ hișȇ min ne bi min re bû ku cara yekȇ ez Kurdistanek Azad dibȋnim ȗ min hez kir ku tiștekȋ li wir bikim lê mixabin min û sȋstema ku li wir dimeșiya li hev nekir, tevlȋ ku serok Mesȗd Barzanȋ pȇșwaziya min kir, herwiha Nȇçȋrvan Barzanȋ jȋ, wȋ bi xwe got ji Hȇmen Hawramȋ re:”Bengȋn çi bivȇ ji bo wȋ çȇbike”, lê Hêmen li wȇ derê li lingȇ min xist ȗ hișt ez ji dev Kurdistanê berdim ȗ herim, Serok Mesȗd jȋ gote Karwan Akereyȇ ku Bengȋn çȇ bivȇ jȇ re bikin, lê Karwan Akreyȋ tiștek ji min re nekir, min dev ji wan berda ji ber ku xwiya dike gotina serok Mesȗd li cem wan nameșe ȗ hemȋ teketulat in, min nexwest ez bibim qurbanȋk erzan loma ez sala 2008an vegeriyam Elmanya.
– We çawa șoreșa Sûriyȇ ȗ șoreșa li Rojavayȇ Kurdistanȇ dișopand?
– Li destpȇkȇ ez piçekî tirsiyabȗm li ser Rojava, min digot hȇzȇn ji me mestir hene, lê duv re ji min re hat xuyakirin ku PKK ȗ HPG ȗ PYD bi rastȋ karekȋ qehremanȋ kirin ȗ hȇzeke xwe çȇkirin li Rojava, ew hȇza bi navȇ YPG ȗ YPJ , herwiha Asayȋș tȇ naskirin, min ji despȇka șoreșȇ di 2011an de piștgirtiya wȇ kir bi sitranan wek sitrana “Qamișlo” ȗ ya “Sund” ȗ ya “Serȇ Kaniyȇ” ȗ “Hezar Hezar”, piștȋ wȇ berhemȇn min yȇ erebȋ, ez sipasiya her kesȋ ku sitranȇn min her ȋn di kolanȇn Qamișlo de digotin.
– Em ȇ li ser hatina te li Rojavayȇ Kurdistanȇ bi taybet Qamișlo baxivin, em dixwazin hestȇ te nas bikin wek hunermend Bengȋn, pașȇ wek keseyatȋ dema ku tu hat Qamișlo ȗ te ew ahenga cejina Newrozȇ ya herȋ bi deng ȗ ewqas cemawer çȇkir.
Destpȇkȇ rexnȇn min li ragehandina me hene heta li ser PYD tevlȋ ku ez deyndarȇ wa me, heta ku ez bimrim, her du partȋ PYD ȗ PKK.
Piștȋ 34 salan ez vegeriyam Qamișlo ȗ min sitran gotin li hember 250 hezar ji xelkȇn wȇ bi coșekȋ mezin bȗ, pașȇ li Efrȋnȇ li hember milyonek mirov, min sitran digotin, helbet sipasiya minî herȋ mezin ji gelê me li Efrȋne re heye.
– Rexnȇn li ragehandinȇ çi bȗn?
Dema ku min dergeha Fȋșxabȗrê derbas kiriye ne kamȋrak ne kesek li wir hebȗ, ez ketim erdȇ ez ketim nav heriyȇ ȗ min hez dikir ku kesin li wir hebin ȗ wêneyan bikșȋnim ku çawa ez derbas bȗm Rojava bi qaçaxȋ.
– Em vegerin hestȇ te li Qamișlo ȗ Efrȋnê ?
Di wan Newrozan de li Qamișlo ȗ Efrȋnê, min nas kir Hikmet Cemȋl çi ye, bȗyerek bi min re çȇbȗ, li Dirbȇsiyȇ yek hat li ser mesrehȇ ȗ ji Asayȋșa re got heger win nehȇlin ez wî maç bikim ez ȇ xwe bișewitȋnim.
– Bengȋn stran ji kȋjan helbestvanȋ re gotine ?
Mamosta Perȋșan, Cegerxwȋn, kerȋmo, Mehmȗd Berazȋ, strana hezar hezar ji gotinȇn kurdȇn me yȇ Ermenistanȇ bȗ.
– Ew sitrana te gotiye “Bȗkȇ Rindȇ Ciwanȇ” ez dibȇjim ew ya Mihemed Elȋ Hiso Bavȇ Heval e ?
Ez nizanim ya kȇ ye lȇ di riya perȋșan re gihiște min.
– Em dixwazin keseyetiya Bengȋn nas bikin, eger derfet hebe?
Ez zewicȋ me ȗ du zarokȇ min jȋ hene Ciwan ȗ Ciwana, min mala xwe bar kiriye ez li Efrȋnȇ dijȋm. Lê ez diçim ȗ tȇm Ewropa ȗ zarokȇn min li Elmanya ne, ji ber xwendina wan heye, Ciwana 14 salȋ ye ȗ wȇ dest bi xwendina xwe ya bilind bike ȗ Ciwan 11 salȋ ye ji ber ku ew derfeta xwendinȇ li Efrȋnȇ tune ye.
– Kȋ ji wan di muzȋkȇ ȗ sitranȇ de bȇtir li te hatiye ?
Ciwana dengȇ wȇ xweș e, heta min stranek çȇkir li ser hevalȇ min șehȋd Ristem Cȗdȋ ȗ me yekser bi hev re got.
Ciwana zȋreke ȗ dengȇ wȇ xweș e lê ez hez nakim ew stirana bȇje, ez hez dikim ew bixwȋne, ji ber ku mafȇ hunermendan li Kurdistanê bi giștȋ hatiye xwarin û riya hunerȋ pir zehmet e, partiyȇn mezin ȗ hikumeta herȇmȇ tu qȋmet ȗ hurmet nadin hunermendan, loma ez naxwazin yek ji zarokȇn min riya min bigre.
Dibȇjin Bengȋn berber e, loma gulya xwe xweșik șeh dike, ev tișt rast e ?
Ev hevjȋna min e, ew șehada bilind di vȋ karȋ de pȇ re ye, wê porȇ min çȇdikir.
– Bengȋn wek hunermend li kê guhdar dike ?
Sitranȇn kevin hez dikim weke Cemȋl Horo, Mihmed Arif Cizȋrȋ, Şakiro û Mihemed șȇxo, ez gelekî ji Muhmȗd Ezȋz hez dikim ȗ ew hevalȇ min e jȋ ȗ ez di riya rojnama we re silavan jȇ re dișȋnim.
– Ji hunermendȇn ku li Rojavayȇ Kurdistanȇ derketine nifșȇn nȗ, tu wek hunermen tu li kȋ guhdar dike ?
Ez yek ji heyranȇ Sefqan im, Sefqan wek ereb dibȇjin ” raih e”, mirovekî hem bi exlaq e, gelekȋ baș e ȗ muzȋkvanekȋ pir jȇhatî ye, wekȋ din wek deng ez ji $eyda hez dikim ȗ li aliyȇ Efrȋnȇ jȋ hene wek Perȋșan wek helbestvan, yek ji Kobanȇ heye navȋ wȇ Canyar e, lê mixabin ana ew li Bașȗr e, gelek dengȇn xweș hene li Kobanȇ wek Se’dȗn ȗ Dilșad dengȇ wȋ ecȇb e ȗ ez dixwazim pișgiriya van kesan bikim.
– Gelo wȇ Bengȋn qewȋtiyê li hunermendan bike weke çawa ku Selah Resȗl qewȋtȋ li wî kir ?
Di aliyȇ Hunerȇ de ez” insurȋ” me, ez hez dikim herdem hunermendȇn xwe mezin bikim ȗ ev tișt xuya bû di Roj.TV de.
– Gelo Bengȋn xwe dibȋne dibistanek di hunerȇ de ȗ gelek șagirtȇn wȋ çȇbȗne ku staylȇ wȋ dișopȋnin ?
Staylȇ min gelek zor e, ji gotinan ȗ muzȋkan ȗ awazan, ez hȇvȋ dikim ku ew awazȇn zor çȇkin weke min.