Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Tirkiyê xwest ku ji bo Kobanê ya ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin, korîdorekê veke, “daku xwebexş bikarin” di vê korîdorê re derbas bibin û li dijî DAIŞ’ê şer bikin.
Nunerê NY’ê yê Taybet ê Sûriyê Staffan de Mistura, îro li Cenevreyê daxuyaniyek da û ji Tirkiyê xwest ku ji bo Kobanê bikeve nav hewldanan û got: “Ger wiha neke dê dilê cîhanê careke din bi komkujiyeke din a sivîlan biêşe.’
Mistura, di yekemîn civîna çapemeniyê ya ku wek nunerê taybet ê NY’ê li Cenevreyê li dar xist de wiha axifî: ‘Ez bang li Tirkiyê dikim ku destûrê bide xwebexşên ku dixwazin bi armanca parastinê biçin Kobanê û rê bide ekîpmanên pêwîst bigihînin Kobanê. Ji bo pêşdeçûna DAIŞ’ê were rawestandin, divê Tirkiye çalakiyên berçav pêk bîne. Ji ber bo parastina bajêr pêwîstî bi ekîpmaneke xurt heye.’
Nunerê NY’ê da zanîn ku tenê êrîşên hewayî yên ji aliyê koalîsyona navneteweyî ve tên kirin, nikarin pêşdeçûna DAIŞ’ê rawestînin. Mistura herwiha komkujiyên mezin ên ku li Bosna û Rûandayê pêk hatin bi bîr xist û got: ‘Ger bajar bikeve, ji xeynî şervanan, nêzîka 12 hezar sivîl dê bên kuştin Em dizanin DAIŞ dikare çi bike.’
BasNews