Biryare di çend rojên bên de, şandeke bilindî Almanî serdana Herêma Kurdistanê bike û li keçên Kurdên Êzdî û Xirîstiyanî yên winda bigere, ku piştî dagîrkirina parêzgeha Mûsilê û devra Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve, hatibûn revandin.
Rêvebra Parastina Mafên Mirovan ya ser bi Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê, Tavge Omer ji BasNewsê re got: ` Piştî ku di dawiya meha bûrî de, şandeke jinên Kurdistanê li ser vexwendina Almanya yê serdana wî welatî kir, pirsa jinên Êzdî û Xirîstiyanî radestî Parlamantoya Almanya yê û nûnerê tayebt yê Şêwirmenda Almanî Angela Merkel kir, wan jî soz dan, ku ew dê lêkolînên hûr li wê doseyê bikin û li Neteweyên Yekbûyî jî dê hewlên xwe bikin da ku wê trajîdiyayê wel cînosîd bidin naskirin.
Herwiha navborî got:` Biryare di çend rojên bên de, ew şand were Herêma Kurdistanê û dest bi lêkolînên xwe li ser wê doseyê bike û hevdîtinan ligel wan keçan bike, ku li Şingalê ji dest DAIŞ`ê rizgar bûne`.
Wek tê zanîn, ligor amarên Desteya Serbixweya Mafên Mirovan, ku ji wan keçên ku ji destê DAIŞ`ê rizgar bûne bi dest xistine , 2000 jinên Xirîstiyanî û Kurdên Êzdî di destê çekdarên DAIŞê de ne û li Mûsilê û Sûriyê bazarganiyê bi wan jinan dikin`.
BasNews